Rêveberiya Xweser ji bo ku pêdiviyên xizmeta tenduristiyê dabîn bike, kar dike. Avakirina nexweşxaneya giştî ya Kobanê yek ji projeyên mezin e. Wekî din Nexweşxaneya Gel a Şedadê hîna nû hat tekûzkirin. Li Qamişloyê 21´ê Îlonê nexweşxaneya pisporiyê ya bi 110 textên nexweşan hatibû vekirin. 

Niha jî ji bo ku nexweşên pêdiviya wan bi dîalîze heye, têra xwe û di dema xwe de karibin bên dermankirin, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ji bo Nexweşxaneya Neteweyî ya Qamişloyê, 6 mekîneyên diyalîzê û 6 textên taybet ji bo van mekîneyan dabînkirin û li wan bi cih kirin. Deste dixwaze bi van xizmetan bike ku nexweş karibin li herêmên rêveberiya Xweser bên dermankirin.

QAMIŞLO