Ji bo Newroza Frankfurtê bang

În 22 Adar 2024 - 00:59

REWŞAN DENİZ / FRANKFURT

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok got,’’Ji bo ku li Newrozê em bersiveke zelal bidin qirker û hevkarên wan em bang li gelê xwe dikin ku were Frankfurtê. Bila wê rojê kes li mal nemîne û were Newrozê.’’

Piştî koçberiya ji ber terora dewleta Tirk a salên 90’î ya ber bi Ewropayê ve pîrozkirina Newrozê bû xwedî xisletekî civakî, her çendî li gelek bajaran Newroz were pîrozkirin jî, şemiya nêzî Newrozê, li Newrozeke navendî bi tevlêbûna bi deh hezaran kes tê pîrozkirin. 

Ji gelek bajaran wesayit têne amadekirin û gel bi wan wesayitan û yên şexsî berê xwe didin Newroza navendî.

Li Elmanyayê Newroza navendî ji sala 2019’an û wir ve li Frankfurtê tê pîrozkirin. 

Newroza navendî îsal jî li Elmanyayê li Frankfurtê ye û 23’yê Adarê wê were pîrozkirin.

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok banga tevlêbûna li Newroza Frankfurtê kir, diyar kir ew Newroza îsal ji yên din cihê dibînin; wekî berdewama Pêngava ‘Ji Ocalan re azadî’ dibînin û got,’’Vê pêngavê heta niha bi çalakiyên cihê dom kir. Em Newrozê weke qonaxeke girîng a vê pêngavê dibînin.’’

Gok got,’’Ji bo ku di Newrozê de em bersiveke zelal bidin qirker û hevkarên wan em bang li gelê xwe dikin ku werin Frankfurtê. Bila wê rojê kes li malê nemîne.’’

Ji bo Newroza Franfkurtê li tevahiya Elmanyayê otobos wê rabin û gel bibin Frankfurtê. Kesên ku dixwazin biçin Newroza Frankfurtê dikarin xwe bigihînin saziyên civaka Kurd a li bajarên ku lê dimînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.