Ji bo naskirinê diyalog
Pêncşem 19 Tebax 2021 - 23:58
- Di komxebatê de Îlham Ehmed beşa rewşa siyasî ya Sûriyê bi rê ve bir û têkildarî rewşa aborî li Bakurê Sûriyê got, “Dorpêçê bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kiriye.
Seroka Meclîsa Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed got, di çarçoveya hewldanên naskirina Rêveberiya Xweser de, peywendiya wan bi hêzên navneteweyî re dewam dike. Îlham daxuyaniyên Beşar El-Esed ên der barê navendînebûnê de jî erênî nirxandin.
Doh sibehê bi navê “Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê” komxebata ku ji aiyê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ve hatibû organîzekirin, li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Ev komxebat di çarçoveya nîqaşkirina rewşa siyasî ya Sûriyê û rola rewşenbîran di çareserkirina aloziya Sûriyê de li dar ket. Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên jinan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd, Ereb û Suryan tev li komxebatê bûn.
Di komxebatê de Îlham Ehmed beşa rewşa siyasî ya Sûriyê bi rê ve bir û têkildarî rewşa aborî li Bakurê Sûriyê got, “Dorpêçê bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kiriye. Em niha rewşê û dorpêça hundirîn û derve û girtina dergehên bi herêmên rejîmê re, nîqaş dikin. Mekanîzmayên berhemdariyê yên herêmî hene. Li ser hin projeyên aboriyê xebat tê kirin. Ji wan projeya ya herî sereke, gihandina avê ji bajarê Hesekê re û destekdayîna projeyên çandinî û perwerdeyê ye.”
Dewleta Tirk astenga mezin e
Seroka Meclisa Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed her wiha behsa diyalogên bi hêzên navneteweyî re kir, yên ji bo naskirina projeya Rêveberiya Xweser û her wiha pêkanîna vê modele li seranserê Sûriyê. Îlham Ehemd behsa daxuyaniyên serokê Sûriyê Beşar Esed ên têkildarî hikûmeteke nenavendî kir, ev yek erênî nirxand û got, “Em jî wek MSD israr dikin ku Sûriyê venegere wekî beriya 2011`an. Projeya nenavendîbûnê di bingehê projeya Rêveberiya Xweser de ye.”
Îlham diyar kir ku hîna dewleta Tirk herêmên mezin li Sûriyê dagir dike û wiha dewam kir: “Lewma, çareseriya li Sûriyê pirr zehmet e. Divê erêkirineke navneteweyî ji bo gihiştina çareseriyekê li Sûriyê hebe. Me bang li gelek welatan kir da ku piştgiriyê bidin xebatên siyasî yên têkildarî Sûriyê da ku diyaloga Sûrî-Sûrî pêk were.”
ANHA / QAMIŞLO