Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang

În 7 Sibat 2025 - 03:05

Siyasetmedaran ji bo mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê di 8’ê Sibatê de li Amedê were lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê em banga tevlibûna mitînga aştiyê li her kesî dikin.” 

 Di 8’ê Sibatê de dê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Ji bo aştiyê azadî” li Qada Stasyonê ya Amedê mitîng bê lidarxistin. Hevserokên giştî yên DBP û DEM Partiyê dê tev li mitîngê bibin û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd peyaman bidin. Ji bo tevlibûna mitîngê, li bajarên weke Amed, Sêrt, Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Semsur û hwd. xebatên tevlibûna mitîngê tên kirin. Hevserokê DBP’a Sêrtê Mûstafa Dayanan ku di xebatan de cih digire, diyar kir ku dê di mitîngê de têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn û nîqaşên li Tirkiyeyê de peyamên girîng bên dayin. Mûstafa Dayanan, anî ziman ku êdî ketine serdema çareseriya pirsgirêka Kurd û statuya Kurdan û wiha pê de çû: “Ji bo hevdîtinên heyî derbasî muzakereyan bibin, em ê helwesta xwe di vê mitîngê de nîşan bidin.” 

Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Rewşan Arslan jî da zanîn ku weke xelkê Sêrtê ew ê tev li mitînga Amedê bibin û wiha got: “ Kurd dixwazin tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe û azade bibe. Mitîngeke girîng e û banga tevlibûnê li her kesî dikim.” 

 Cahîde Orak a tev li xebatên mitîngê ya navçeya Peyasê ya Amedê bûyî jî wiha got: “Weke welatiyek a aştiyê dixwaze, tev li xebatan bûm. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê em banga tevlibûna mitînga aştiyê li her kesî dikin.” 

 Rêveberê DEM Partiyê yê Peyasê Salih Okçu jî banga tevlibûna mitîngê li her kesî kir. 

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.