Ji bo mafê xwe divê bibin yek

Çarşem 18 Kanûn 2024 - 03:10

Rêveberiya Xweser a Demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêvajoya nû ya avakirina Sûriyeyê beyannameyeke ku ji 10 xalan pêk tê eşkere kir. Di beyannameyê de hat destnîşankirin bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Suriyeyê li Şamê civînek bê li darxistin û pirsgirêkên li Suriyeyê bi diyaloge bê çareser kirin. Her wiha ji bo pêşî li êrişên komen çete yên dewleta Tirk bê girtin jî xwestin hemû aliyên Suriyeyê di nava hevkariyê de bin. Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd tekildarî beyannameya ku aşkera kiribûn û geşedanên li herême axivî. Evîn Siwêd anî ziman ku li Sûriyeyê gelek netew, pêkhate bi hev re dijîn û ji ber wê jî wan xwestiye bi beşdarbûna hemû netew, pêkhate û bawerî li Şamê civînek bê li darxistin û got:“Niha gelek kes di bin metirsiyê de ne. Elewiyên û Xirîstiyanê hemwelatiyên Sûriyeyê ne ji ber îslamîstên di nava Sûriyeyê de ne di bin xetereyê de ne. Ji ber wê weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina mafê hemû hemwelatiyên Sûriyeyê divê em dengê wan bin û ji bo rêveberina tevahî Sûriyeyê diyalogekê ava bikin.”

Hewil didin diyalogê deynin

Evîn Siwêd tekildarî hikumeta Şamê ya nû jî diyar kir ku heta niha êrişên wan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk nehatiyê û got:“Rejîma Baas tu car nedixwast bi rêya dialogê pirsgirêkan çareser bike. Di encamê de jî têk çûn. Niha jî hikumeteke nû di hundirê Suriyeyê de hatiyê avakirin. Em ê çiqas bikarin bi wan re diyalogê deynin hê nediyar e. Em ji xwe bawerin. Lê sekna hikumeta Şamê wê çawa bibe ew jî di demen pêş de wê diyar bibe. Heta niha di navbera HTŞ û Rêveberiya Xweser de tekiliyên rastê rast pêk nehatin. Lê hem ji bo her du taxên Helebê ku Kurd di wan taxan de dijîn soz dan ku wê tu zerar negehejê Kurdan hem jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nakin. Heta niha jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu êrişên wan pêk nehatin. Di demên pêş de sekna wan a li dijî me wê hê zelal bibe.”

Amadekariyên me hene

Di berdewama axaftina xwe de Evîn Siwêd destnîşan kir ku di hundirê Sûriyeyê de aloziyeke mezin heye û got:“Di hundirê Sûriyeyê de ji aliyekî ve ji bo hilweşandina rejîma Baas kêfxweşî heye. Ji aliyekî ve êriş berdewam dikin. Dema HTŞ li dijî rejîma Şamê dest bi êrişan kir komên çete yên giredayî dewleta Tirk jî êrişî herêmen me kirin. Dewleta Tirk bi salan e êrişî herême dike. Lê niha dixwaze herêma Rojava bi tevahî dagir bike û bixe bin destê xwe. Li dijî êrişan hem ji aliyê dîplomasî û hem jî ji aliyê lêşkerî ve amadekariyên me hene. Merhale berbi Suriyeyeke nû ve ye. Em jî di wê zanebûnê de û li gor wê xwe amade dikin.”

Divê yekîtiyek bê ava kirin

Di dawiya axaftina xwe de Evîn Siwêd balkişand ser nîqaşên yekitiya partiyên Kurd û got:“Di nava sedsalan de hinek wextên dîrokî hene. Divê xwendineke baş bê kirin ku li gor rihê merhaleyê helwest bê danîn. Niha di nav partiyên siyasî yên Kurd de seknek heye. Lê têr nake. Tê xuyakirin ku hê jî partiyên siyasî yên Kurd di ferqa pêvajoyê de nînin. Heke di nava partî û hêzên Kurd de yekitiyek neyê avakirin, wê têrî rawestandina êrişan neke û gelê Kurd nikaribin mafê xwe biparêzin. Divê em bi yek dengî biçin Şamê. Divê bi vî ruh û zanebûnê em hemû tev bigerin. Ji bo di vê merhaleyê de em mafê xwe bi dest bixin divê em bibin yek û di nava hevkariyê de bin. Ji bo wê jî di vê merhaleyê de ya herî girîng çûna Şamê ya Kurdan a bi yek dengî ye.”

AW/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.