Ji bo lîsansên gaz û pertrolê, ‘just stop oil’!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Aktivîstan destên xwe bi rêya zemqê bi tabloyên ku li galeriyê dihatin nîşandan ve zeliqandin. 

Li Ingilistanê hin aktivîst û çalakên avûhewayê yên ku bi navê “Just stop oil” tevdigerin, ji bo lîsansên gaz û petrolê yên ku himûmet dixwaze bide şirketan, werin betalkirin, çalakiyên balkêş li dar xistin.

Aktivîstan destên xwe bi rêya zemqê bi tabloyên ku li galeriyê dihatin nîşandan ve zeliqandin. Wan li Royal Academy of Arts û National Gallery ev çalakî pêk anîn. Hefteya çûyî wan destê xwe bi tabloya Van Gogh ya bi navê “Peach Trees in Blossom” ya ku di sala 1889’an çêkirî ve zeliqand û wiha nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Piştî vê çalakiya wan, zerar bû li hin tabloyên ku wan destê xwe bi wan ve zeliqandibû, lê li gorî agahiyên berpirsyaran ev zerarên piçûk bûne û hatine çareserkirin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.