Ji bo herêmên dagirkirî xebat didomin

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 00:24

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Remziye Mihemed bal kişande ser pirsgirêka koçberiyê û zilma li ser mirovên li herêmên dagirkirî û ji bo herêmên dagirkirî werin azadkirin xebatên wan didomin. Mihemed diyar kir piraniya welatan mijara koçberan di ser guhê xwe re davêjin, ew weke Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe hewl didin bi koçberan re yên li kampan dimînin, alîkar bin.

Remziye Mihemed destnîşan kir şer û êrîşên dagirkeriyê li ser civakên wiha tê kirin ku aramî, aştî û azadiyê dixwazin û diyar kir di encama şer de koçberiyeke navxwe û derveyî welat çêdibin û koçberî dibe sedem ku malbat civak û malbat ji hev belawela bibin. Mihemed got di êrîşên dagirker de herî zêde jin û zarok dibin mexsûrê şer û koçberiyê.

Rêveberiya Xweser alîkariya koçberan dike

Mihemed anî zimên ji bo çareseriya koçberiyê ti hewldaneke cidî nîne, welatên ku koçberan digirivi diviya li çareseriyê bigeriyane lê bi çend desteka maddî ji ser guhê xwe davêjin û got,’’Ev mirov hem ji aliyê aborî, civakî, derûnî û jiyanî ve rastî travmayên mezin hatine. Mînak her yek ji van mirovên koçber, windahî dane di nava şer de. Koçberên di kampan de dijîn rewşa wan hêj girantir e. Di şert û mercên serma zivistan û germahiya havînê de, têkoşîna jiyanê didin. Bi taybet kampên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî şert û mercên şer, ambargo û nexweşiyan jî berxwedaneke bêhempa tê raberkirin. Rêveberiya Xweser jî, li gorî derfetên xwe alîkariya koçberên li kapman dikin.”

Li herêmên dagirkirî zilm tê kirin

Remziye Mihemed, dagirkeriya Tirk a li Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz û Idlibê bi bîr xist, diyar kir kesên ku dema şer û dagirkeriyê li wir man rojane êrîşên taybet diçine ser wan û got, ‘’Li van herêman êrîşa li dijî ciwan, jin û zarokan zêde ye. Bi kiriyarên ku li ser jinê tên meşandin re dixwazin civakê kêm bikin, jinên ku li hember wê dagirkiriyê serî hildidin tên girtin di zîndanan de çarenûsa wan ne diyare. Gelek ji wan tên qetil kirin. Ev kiriyar û şerên ku li ser wan jinên di herêmên dagirkirî de tên meşandin, bandoreke mezin li jinên ku di kampên koçberiyê de li ber xwe dide jî dike.”

Em ê herêmên dagirkirî azad bikin

Remziye Mihemed, diyar kir ku li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî xebat tên meşandin û wiha got, “Li herêmên ku jin xwe tê de birêxistin kirine, mînak li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avabûna Rêveberiya xweser û saziyên civaka sivîl, xebatek berfireh dimeşînin. Di van xebatan de armanc avakirina hevkarî û yekîtiya jinên koçber e. Çawa ku berî ev herêm werin dagirkirin tê de sîstemek bi rêk û pêk hatibûn avakirin û li ser wê sîstemê xebat dikirin, niha careke din di kampên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebatek bi vê awayî tê kirin. Weke Tevgera Civaka Demokratîk, ji bo ku yekîtiyek di navber gelên herêmê de bê avakirin û em herêmên xwe ên dagirkirî rizgar bikin, wê xebatên me her berdewam be.”

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.