Mihrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a 8’an li Amedê bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” dest pê kir. Gelek şanohez tevlî mihrîcanê bûn. Mihrîcan bi daxuyaniya şanoger Berfîn Emektarê dest pê kir. 

Berfîn Emektar got, di tevahiya dîrokê de, berdêla şopandina heqîqetê her giran bûye: “Lê berdêla wê çi dibe bila bibe, ji bo jiyaneke nû, em li ser dikê ne.”

 

Qewimînên li Kurdistanê ji bîr nekirin

Berfîn Emektar wiha domand: “Heta ku em careke din strana xwezaya talankirî bibihîzin, heta ku tevahiya rehên di binê axê de veşartî yên darên ku li daristanên şewitandî careke din heşîn bibin, heta ku Çiyayê Cûdî bi pelên xwe yên şînbûyî serketina xwe biqîre, em li ser dikê ne. Heta ku qîrîna azadiya jinê li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî di van demên dawî de li Îranê, hişmendiya mêrsalarî serobino bike, em li ser dikê ne. Ji bo ku em bigihîjin heqîqetê, em ê li ser van dikan wêneyê zilmê û tarîtiyê xêz bikin. Lewra rastî her û her li cihekî li van deran e. Em ji bo Cûdî, Jîna Mahsa Amînî, karkerên madenan, çand û hunerê xwe, zimanê xwe li ser dikê ne. Em li hemberî kesên ku bi çekên kîmyewî sûcên şer dikin, li hemberî tecrîd û zilma di girtîgehan de li ser dikê ne. Em li ser dikê ne û li vir in. Zimanê me li vir e, hunerê me li vir e, gelê me li vir e, darên me li vir in û rehên me li vir in. Weke ku helbestvan Arjen Arî jî gotîye: ‘Va ye Cûdî û va ye ev ax!’”

Piştî daxuyanî yê lîstika bi navê “Hema Hema Jin Elizabeth” ya ku Darîo Fo nivîsandiye û Dilawer Zeraq jî ew wergerandiye Kurdî, hat lîstin. 

Doh jî lîstika “Qesra Balindeyên Xemgîn” ya Ban Theather a ku ji bajarê Elmanya Hamburgê beşdarî mihrîcanê bû hat nîşandan.

MA/AMED