Ji bo hebûnê berxwedan

Çarşem 23 Mijdar 2022 - 01:48

  • Cihgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, Hesen Koçer dibêje, armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker tinekirina Rêveberiya Xweser e û ew ê jî li dijî êrişan li ber xwe bidin.

EHMED EL ESAF/ANHA/REQA 

 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 19´ê mehê ve didomin. Doh dewleta Tirk êrişî navendeke hevpar a QSD û Koalîsyona NAvneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê jî li li bakurê Hesekê. 

Der barê êrişan de cihgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer got, “Êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê ne.”

Hesen Koçer destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk hemû û bi taybetî yên dawî, bi armanca têkbirina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tinekirina Rêveberiya Xweser in.

Hesen Koçer wekî din got, teqîna li Taksîma Stenbolê şanoyek bû ji bo êrişbirina ser Rêveberiya Xweser.

Hesen Koçer axaftina wezîrê karê derve yê Tirk ê hingê Ahmet Davudoglu û serokê îstixbarata Tirk Hakan Fîdan a di 2014’an de bi bîr xist. Di wê civînê de Davutoglu digot, “Em ê kesekî bişînin Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku çend bavêje Tirkiyê, ji bo em cîhanê bixapînin ku metirsiyek li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê heye.” Hesen Koçer got, “Êrişa Stenbolê ji bo wergirtina erêkirina hêzên navneteweyî ye, ji bo ku dest bi êrişê bike.

Ev êriş ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tiştekî nû ne, dewleta Tirk a dagirker gelek deverên Sûriyê wek Efrîn, Cerablus û Babê dagir kirine û niha jî hewl dide Rêveberiya Xweser tine bike, armanca wê ev e .”

 

Şam, Emerîka û Rûsya hevkar in

Hesen Koçer got, lihevnêzîkbûna dawî ya di navbera dewleta Tirk û rêjîma Sûriyê de bi van êrişan re têkildar e, û hevkariya Rûsya û Emerîkayê jî heye ku qada hewayî li ber êrişên dewleta Tirk vekirine: “Heger ne ji vekirina qada hewayî ba, dewleta Tirk a dagirker nedikarî êriş bikira. Rûsya û dewletên berpirs hemû ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bi dewleta Tirk re hevkar in. Di encamê de jî gelê Sûriyê dibe qurban, ji destpêka kirîza Sûriyê ve gelê Sûriyê dibe qurbanê hevalbendiyan û lihevkirinên qirêj.”

Hesen Koçer got, ev êriş şaneyên DAIŞ`ê çalaktir dikin û wiha peyivî: “Heke ev şaneyên DAIŞ´ê, vê êrişa mezin bibînin, dê tev bigerin û çalaktir bibin. Tirk û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên çalakbûna DAIŞ`ê ne.”

 

Bersiv wê berxwedan be

Cihgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bal bire ser rola wêranker a civînên Soçiyê û Tehranê yên di navbera Rûsya, Îran û Tikiyê de û got: “Ev civîna sêalî ya li Tehranê ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser bû. Dewleta Tirk bi rêya balafirên bê mirov ên biçek, sivîl û hêzên leşkerî kirin hedef. Em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku armanca me berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî ye. Divê gelên me xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.