Ji bo fedayiyên efsûnî Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan...

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 03:05

AZÊ BOTAN  

Bi mirinê keniyan û gotin,’’Jiyan nû dest pê dike’’

Li asîmanên welatê min dengek heye

Li dol û newalan olan dide

Digihe zarokên axê

Qêrîna wan zarokên efsûnî

Ne ji xwe ye ne jî valeye ev xwebexşî; 

Bi qasî ku di ber de bimirî hez bike û di mirinê de jî bijî…

----

1’ê Cotmehê yanî ew roja ku lêgerên heqîqetê Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan berê xwe dane Enqerê. Rêber Apo digot; ‘’Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne.’’ Îro jî yek ji van rojên dîrokî ye, roja fedayiyên Rêber Apo ye. Her wekî wateyên hebûna xwe ya civakî ji destpêka dîrokê bigihînin îro, wan beriya salekê weke îro bi çalakiyeke xwebexş a efsûnî serê gelê xwe bilind kirin.

Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan di riyên herî zor û zahmet de bazdan û wekî çemekî herikîn. Bi mirinê keniyan û baweriya xwe bi mirinê neanîn... Wan digot ‘’Jiyan niha dest pê dike...’’

Ne hêsan e ku mirov vê rûmetê bîne ziman. Pênasekirina Erdal û Rojhat bi nivîs û gotinê zor e. Mirov tenê dikare wan bijî û fêm bike. Divê mirov zanîna di meşa wan de fêm bike. Her gaveke wan bi bawerî û hêvî bû. Ew derwêşên serdemê bûn, şervanên heqîqetê bûn û li ser rêya jiyanê bûn nemir. 

Gelo ev ciwanên fedayî bi vê çalakiya xwe çi peyam dan? Çi armanca wan hebû ku canê xwe di vê oxirê de feda kirin? Gelek pirsên bi vî rengî hene ku bersiva wan di rihê çalakiya wan de veşartî ye.

Rojhat û Erdal ji qirkirinê re gotin êdî bes e. Herdû dilên ciwan silavek dan hebûna azad. Herdû ciwanên fedayî yên Kurd ji me re gotin; ‘’Em ê wisa li dilê dijmin bixin, wê ti carî me ji bîr neke.’’ Di axaftinên Erdal û Rojhat de qet dudilî tinebû. Ji bo wan serketin mîsoger bû. Ji aliyekî ve dijmin xistin şokê, ji aliyê din ve wan em kirin heyranên cesaret û egîdiya xwe.

Navê Jiyanê ye Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan...

Mirov dişibe cihê ku lê jê dayik dibe. Dayîka xweza em wisa anîne dinyayê. Erdal û Rojhat jî her wekî axa xwe bûn. Ew dişibin çiyayên xwe û wekî çemekî ne, diherikin ber bi rojê. Ji ber ew çiya baweriya xwe bi rojê tîne. Ew dizanin ku stara me ev ax û ev asîmanê vî welatî ye. Pênaseya jiyanê ji me re rêwîtiya ber bi xwe ve ye. Erdal jî di nameya xwe de bi van gotinan pênaseya jiyanê dike;

“Divê em her tiştî têxin dilê xwe û bi tevahî bijîn. Evîn, hezkirin, xweşikbûn, wate, hêvî, tolhildan, hêrs, bedenên şewitî, axa ku tine dibe, rastiya dijmin û li vê jiyanê çi hebe divê em di dilê xwe de bihewînin. Wekî din em hemû xirabiyan veguherînin xweşikbûnê. Ji bo pêkanîn û serketina wê jî divê em di deryaya şîn a Rêbertiyê de xwe bişûn. Eger em vê ser bixin, wê demê em ê bikarin tariyê veguherînin ronahiyê û bi vî rengî em ê bibin meşaleya hêviyê. Lewma êdî ti riyeke din nemaye.”

Wan baweriya xwe bi rêwîtiya heqîqetê anîn û li serê her çiyayekî şopa xwe hiştin. Di her gava xwe de bawerî û dilsozî li vê xakê nexişandin zarokên bi roniya çiyayan hatine pîrozkirin.

Wan zarokên wêrek singa xwe dan ber êrişên herî hovane û xedar ên sedsala 21’ê. Wan êşa gelê xwe jiyan ji kûr ve. Rojhat Zîlan li ser van êşên li welatê me wiha dibêje;

 “Îro ew roj e ku em êş û qêrînan hembêz bikin û serketinê pêk bînin. Dayikên me di vê riya şoreşê de heyecanek mezin, moral, coş û hêz dane me. Baweriya me ya serketinê qat bi qat zêde kirin û dibêjin; em namirin û em bernadin’’. Bi vî rengî her gotineke wan temînata siberoja azad e.”

Ev dayikên ku zarokên wêrek û rûspî ji me re hiştine, di heman demê de tevahiya rojên xwe jî ji bo zarokên bi rûmet bi berxwedanê pêşwazî dikin.

Sedê salan zilm û zora li Kurdan hatiye kirin, tesîra xwe li ser ax, av, hewa, agir û mirovan nîşan dide. Li Kurdistanê her dar û kevirek dizane ka çi bi serê wan hatiye. Wekî ku ji binê erdê qêrînek tê û hûn vê hîs dikin. Ji bin axê dengê çûkan tê. Qêrîna agirekî ji binê erda tu pê lê dikî tê. Her dengek te dibe qêrîn û şîna binyata te. Ew êş jî ti carî dilê te naterikîne. Heta ku tu fêrî wê êşê nebî terka te nake. Wê demê tu fêm dikî ku bîra war û mekanan jî heye, her weke Kurdistanê.

 

Di çavê wan gerîlayên efsûnî de tenê hêviya gelê wan hebû. Lê dilê wan jî wekî deryayekê bi hêrs bû. Ew zarok wekî axa Munzur safî û wekî meşa xwe ya li ser wan şiverêyan bi zanista dîrokê rapêçayî bûn. Wan ji morî, kevir, pel û xezalên welatê xwe hez dikir. Bi sal û demsalan re hezkirina wan şervanên zana yên heqîetê şaneyên evînê tijî dikir. Bi wan re xweşik û mezin dibû wateya jiyanê.

Wan ew jiyan dijiya ku bi eşq jê hez kiribûn. Evîn asta herî zêde ya hezkirinê bû di wan de. Mirovê evîndar jî xwe digihîne mexseda xwe. Kes nikare li ber vê bibe asteng. Lewma di wê kêliyê de mirov sînorên vîna xwe jî derbas dike. Şehîd jî di vê wateyê de jiyanek bi eşq hatî hûnandin û eşqa hûnandina jiyanê ye.

Dema ku ew radizên stêrk çavê xwe digrin û dema ku radibin jî strana gul sosinan dibihîzin. Ew çavên efsûnî ku derê dibînin, wê derê dilerizînin. Dema ku pê li axê dikin, ew der diqelişe. Dema ku diaxivin jî dengê wan ji hezarê salan tê. Û kenê wan çend zelal û bedew e. Ma çawa dibe ku rûyê mirovekî ji aliyekî ve ewqasî paqij û ji aliyekî din jî bi qasî rûyê kalekî bi tecrube û bi qasî rûyê mirovê herî xwşeşik jî balê bikşîne ser xwe?

Tişta ku wateya wê heye, heqîqeta wê jî heye. Wate bîrbûn e. Wate rewşa çalak a jiyanê ya bi hestan hatî stran e. Eger wate hebe rastî jî heye. Niha ji we dipirsim; kîjan mirov dikare ewqasî xwezayî û ji dil be. Ma kî dikare wê roniya di çavên wan de vemirîne? Ma ne, di rûyê Erdal û Rojhat de eşq û qehremanî êdî nasnameya vî welatî ye?

Ma hûn dizanin ka ev herdû efsûnî dişibin çi? Bêhna dayikê, av, agir, roj û ax... Eger hûn dûrî wan jî bin, hûnê bêhna wan ya efsûnî bikin. Ew bêhn tevahiya xweşikbûnê li dilê me dinexişîne...

Dema zaroktiya wî tê bîra min, ez jî Erdal Şahîn hinekê dişibînin av û hêjîrê. Ew ji serê dara hêjîrê nedihat xwarê. Û av ji bo wî her tişt bû, ji avjeniyê û lîstina bi avê gelek hez dikir. Eger we bihişta ji avê dernediket. Niha fêm dikim ka çima ewqasî ji av û hêjîrê hez dikir. Di dîroka mirovahiyê de hêjîr wekî pênaseya bereketê dihat dîtin. Li gorî efsaneyên mîtolojiyê jî dara hêjîrê dara bêmiriniyê ye. Li Kurdistanê jî hêjîr didan jinên ku zarokên wan çênedibûn... Li deverên pîroz jî darên hêjîran hebûn û xelkê ben û paçikên xwe yên mirazan pêve girê didan. Bi vî rengî daxwazek dikirin û li benda pêkhatina wê daxwazê diman. Av jî mûcîzeya jiyana me ye. Yanî can dide her tiştî û çavkaniya jiyanê ye. Ha ev mirovên efsûnî jî wisa mezinbûn di himêza xwezayê de, bi girêdan û hezkirina jiyanê tijî…

Ew ji me re dibêjin bê hezkirin, bê hêvî û bê xeyal nemînin. Ew li her derê hene. Li ser riyan, li şiverêyan, li ser kevir û darên hêjîran... Ji bo zarokên bêdawîtiyê û fedayiyên nemir Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan bi rêz, minet û hezkirinên bê dawî…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.