Bi dehan sazî û partiyên Kurdan ên li Ewropayê, ji bo meş û mîtîngên 20'ê Sibatê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, banga tevlîbûnê kirin. 

Di daxuyaniyê de agahî têne dayîn û tê gotin: "20'ê Sibatê roja Şemiyê, ji bo piştgiriya bi Efrînê re li Ewropa, Kanada û Awûstalyayê bi dirûşma 'Na ji dagirkeriyê re, Na ji qirkirina jinê re' em ê meş û mîtîngan li dar bixin. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana li Efrînê û ji bo şermezarkirina komkujî û qirkirina jinê ya li Efrînê bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên kirin, beşdarî meş û mîtîngan bibin.

Em bang li Kurdistaniyan û dostên wan dikin ku bi ruhê berxwedana Şoreşa Rojava li dijî dagirkeriya li Efrînê, beşdarî çalakiyan bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN