Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welêt a Partiya Çepên Kesk Nûrsel Aydogan, atmosfera hilbijartinê ya li Ewrûpayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re ji rojnamevan Ergên Çaglar re nirxand û got, "Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne."

Nursel Aydogan anî ziman ku qederê 4 mehan ew bênavber dixebitîne û got, ji Polonya, Macaristan, Fransa, Ingilistan û Elmanyayê û gelek welatên din nêzî hezar kesî daxilî nava xebatan bûne. Aydoganê da zanîn ku nîvê hilbijêrên li Ewrûpayê li Elmanyayê ne û got, wekî koordînasyon armanca wan a sereke rêjeya ji sedî 49.9 a diçe ser sindoqan, bikin ji sedî 65. 
Aydoganê diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê li Ewrûpayê bûye cihê kelecaneke mezin û got "Niha hemû partiyên di nava tifaqê de mal bi mal digerin û îşaret bi girîngiya hilbijartinê dikin."

Aydoganê destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê pirr girîng in û got, "Hilbijêrên li Ewrûpayê dê raya xwe ji bo siberoja Tirkiyeyê bidin. Hilbijêr divê bi feraseta 'Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne' biçin ser sidnoqan. Li vir armanca me em rêjeya xwe ya dengan li gor ya hilbijartina bihûrî du qatan zêde bikin."  

NAVENDA NÛÇEYAN