Ji bo DAIŞ’ê dadgeha navnetewî lazim e

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:36

SOR GUL ŞÊXO / NÛJINHA / HESEKÊ

Malbatên ku zarê wan di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd bûne xwestin ku dadgeheke navnetewî bê avakirin û çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji komkujiyê berpirs in lê werin darizandin. Piştî ku li Baxoza Dêrazora Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ bi qehremaniyeke mezin a YPG/YPJ’ê hate şikandin, ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li welatan kir ku dadageheke navneteweyî ava bibe. Lê bi dehan daxwazên Rêveberiya Xweser ên bi vê biwarê bêbersiv man. Dayik û xwişkên cangoriyan yên li navçeya Til Temirê a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di salvegera êrîşa DAIŞ’ê de ya li ser navçeyê Til Temirê di 23'ê Sibata 2015'an de pêk hat, daxwaza darizandina DAIŞ’ê kirin.

Dadgeheke navnetewî lazim e

Jînda Ehmê xwişka hevrê Azad û Viyan e ku bi saya wan herêm ji komkujiyên mezintir hat parastin bibîr anî û wiha got: "Em di salvegera 9’an a êrîşa DAIŞ’ê ya li ser navçeya Til Temirê de ne. Li dijî êrîşê hevkarên DAIŞ dewleta Tirk û  bêdengiya qada navnetewî berxwedaniyeke mezin hate kirin ji bo parastina xaka xwe. Ev êrîşên domdar pêwîst e were sekinandin.Daxwaza me ji dewletan heye ku bi rêya dadgeheke navneteweyî, hemû çeteyên destê wan di xwîna gelê me de heye, li beramberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizînin. Çiqas dem derbas bibe jî em ji vê dozê venagerin, wê têkoşîna me heta tolhildana ji kujerên xwişk û birayên me, bidome."

Li dijî DAIŞ’ê divê cîhan yek be

Seher Ebdilmecîd dayika hevrê Şahîn ê Misrî ye ku li Dêrazorê jiyana xwe ji dest dabû wiha daxwaza xwe anî ziman: "DAIŞ li ser axa me li hember zarok, jin û gelek gund û pîroziyan sûc kirin e. Wekî dayikên şehîdan em daxwaza piştgiriyê ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî dikin ku çeteyên sûc kirin e werin darizandin. Parastina ax û rûmetê bê bedel nayê, di oxira parastinê de jî kurê min canê xwe dan û min kurê xwe yê din jî ji bo parastina vê axê ji dagirkeran diyarî QSD'ê kir. Hêviya min ew e ku cîhan giştî ji DAIŞ’ê xilas bibe. Dem dema hevgirtina li hember tarîtiya DAIŞ û hevkarên wan e, divê hemû dewlet û welat dest bidin me ku em bi hev re vê terorê têk bibin û çeteyan darizînin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.