Ji bo çareseriyê tifaqa Kurd û Ereban

În 29 Îlon 2023 - 10:05

  • Salih Muslim: Em hemû di avakirina stratejiya têkiliyên Kurd û Ereban de cih digirin. Ji ber vê, erka li ser me xebata ji bo avakirina civakeke polîtîk-exlaqî ye. Ev jî tenê bi rêya projeya neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, pêkan e.

Bi pêşengtiya PYD'ê, Komxebata Sûriyeyê ya 2’yemîn bi dirûşmeya "Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurd û Ereban, li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi pêş dikeve" li Reqayê dest pê kir.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li salona ′Erd El-Seîde′ ya li Reqayê bi sernavê ′Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurd û Ereban li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, bi pêş dikeve′ Komxebeta 2′yemîn a Sûriyeyî dest pê bû.

Di komxebatê de endamên PYD′ê yên Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê, Hevserokê PYD′ê Salih Muslim, endamên Partiya Sûriyeya Paşerojê, Partiya Mihafizekaran, Partiya Civakî ya Nîştimanî ya Sûriyeyê, hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê û Meclisa Jinan a Sûriyeyê, amade bûn.

Her wiha Hevseroka Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, gelek siyasetmedarên jin û siyasetmedarên serbixwe ji nava Sûriyeyê, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrezor, Minbic, Reqa, Tebqa û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn. 

 

Erka me vakirina civaka polîtîk-exlaqî ye

Di komxebatê de Hevserokê PYD′ê Salih Mislim li ser sedemên lidarxistina komxebatê û giringiya wê got, "Pêdiviya me bi zelalbûn û eşkerebûnê heye. Mijara komxebatê jî bi awayekî taybet li ser zextên desthilatê û têkiliyên stratejîk e."

Mislim wiha domand: "Rojhilata Navîn 400 salan di bin dagirkeriya Osmaniyan de bû, dema netewe-dewlet hate avakirin, mêtingeriya Fransî, Brîtanî, ji bo derban li împaratoriya Osmaniyan bixin, bi kar anî û dewleta – netewe ya Tirkî û Farisî ava kirin. Lê wan erdnîgariya Kurdan parçe parçe kir û xist bin kontrola van netewe dewletên nû ava kirin."

Mislim wiha dewam kir: "Ya herî giring, divê em li çawaniya bipêşketinê binihêrin. Em hemû di avakirina stratejiya têkiliyên Kurd û Ereban de cih digirin. Ji ber vê, erka li ser me xebata ji bo avakirina civakeke polîtîk-exlaqî ye. Ev jî tenê bi rêya projeya neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, pêkan e.

 

Ebdî: Em destûrê nadin destwerdanê

Piştî wê, li axaftina qeydkirî ya fermandarê giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî hat guhdarîkirin. Mezlûm Ebdî giringiya lidarxistina komxebatê û rewşa heyî nirxand. 
Ebdî got, "Em welatiyên herêmê bi pirranî ketin hewila avakirina têkiliya Kurd û Ereban û me di ber de canê xwe da. Hêzên me, QSD′ê, Ereb, Kurd, Ermen û Çeçen anku nûnertiya hemû pêkhateyên li herêmê dikin. Di dema rizgarkirinê de yên yekemîn canê xwe di ber rizgarkirina van herêman de dan em in. Em nahêlin ti destwerdan ji derve li ser ti aliyî çêbe."

Wê di komxebatê de nîqaş li ser gelek mijaran bên kirin; dîroka têkiliyên Kurdan li Sûriyeyê, dîroka têkiliyên Kurdan li Rojhilata Navîn. Di mijara duyemîn de rola stratejîk a têkiliyên Ereb-Kurd di çareserkirina krîza Sûriyeyê de, giringiya lihevkirina Ereb û Kurdan di çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn de hene.  

REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.