Li eyaleta Elmanyayê Hessenê, vê yekşemê yanî 8´ê Cotmehê, hilbijartinên parlamena eyaletê bi rê ve diçin. Emîne Pektaş a ji Kurecika Meletiyê, ji sala 1976´an ve li Elmanyayê dimîne û di salên 1980´yî de ji damezrênerên Komeleya Dostaniya Elman û Kurdan a li Darmstadtê ye. Pektaş ji sala 2008´an ve di Meclîsa Çandê ya Kurdan de cihê xwe digire û berdevka Meclîsa Jinan a Nûjîn e. Pektaş ji sala 2006´an ve di nava Die Linke de bi awayekî çalak siyasetê dike û endama Meclîsa Şaredariyê ya Hanauyê ye. Ew ji lîsteya Die Linke li Herêma Duyem a Hilbijartinê ya Main Kinzigê (Hanau û derdora wê) namzeta parlamenteriya eyakletê ye.
Emîne Pektaş dibêje, Partiya Çep (Die Linke) nûneriya demokrasiyê dike, li dijî nijadperestî, cihêkarî û newekheviyê tê dikoşe. Ji ber vê jî wê bang li Kurdên deverê kir û got, “Li elmanyayê faşîzm zêde dibe, ji ber vê yekê diKurd hemû û tevahiya koçberan dengê xwe bidin Partiya Çep.”
Emîne Pektaş, bi bîr xist ku vê dawiyê ji Kurdistanê gelek ciwan penaber dibin û wiha peyivî: “Ji bo ku ez li meclîsê nûneriya Kurdan bikim, behsa pirsgirêkên wan bikim û bibim debngê wan, ez namzet im.”
FRANKFURT