Ji bo avakirina şoreşê seferberî

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • YPJ: Divê gelên me yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen li derdora şoreşa xwe bibin yek, li hember êrişên dagirkeriyê nan û ava xwe amade bikin û xwe di derên bin erd de bi cih bikin, alîkariya şervanên xwe bikin û xwe jî ji şer re amade bikin.

Fermandariyên Giştî yên YPG û YPJ'ê bi daxuyaniyan salvegera 10’an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê yanî Şoreşa Rojava pîroz kirin. Wan got, ji bo parastina gel û şoreşê ew ê şoreşê mezin û mayinde bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo pîrozkirina salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyanî dan.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê got, “Şoreşa Azadiyê ya Rojava li ser hîmên paradigmaya Rêber Apo û bi keda bi hezaran şehîdan û dildarên wê 10 salên xwe bi gelek dersên dîrokî temam kir. Di ti şoreşê de nehat dîtin ku wek şoreşa Rojava di 10 salên xwe yên destpêkê de ewqas bi zor û zehmetiyan re rû bi rû bimîne. Ji ber vê yekê, şoreşa me ji vê hêlê ve mînakeke yekane ye. 

Şoreşa Rojava ji texmînan wêdetir xwe gihand mirovatiyê û bi karakterê xwe yê înternasyonalîst di salê xwe yên destpêkê de ev pêk hat û qezenç kir.”

Fermandariyê di dewamê de got, li tevahiya cîhanê şoreşa Rojava wek şoreşa jinê tê pênasekirin: “Jinan xwe bi fikr û felsefeya Rêber Apo pêça û bûn pêşengên Şoreşa Rojava. Di her waêr jiyanê de û leşkerî de rengê xwe diyar kirin.”

YPG: Em ê soza xwe ya serketinê bi cih bînin

Fermandariya YPG´ê bal bire ser zehmetiyan jî û got, “Li pêşiya Şoreşa Rojava hîna gelek pirsgirêk hene. Ji destpêka şoreşa me ve destketiyên me bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker û hêzên ku naxwazin li herêmên me jiyaneke aram bê avakirin. Em li vir careke din dubare dikin ku soza serketina azadiyê em ê teqez pêk bînin û hêviya mirovahiyê ji Şoreşa Rojava mayînde bikin.

YPJ: Şoreşê jiyaneke nû afirand

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî salvegera 10’an a Şoreşa Rojava li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdan, gaziyan, berxwedêrên zîndanan, malbatên şehîdan û gelê Rojava, yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û got, “19’ê Tîrmehê, vê şoreşa ku jinan pêşengtiya wê kir, li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke nû afirand.

Serhildanên gelê Kurd ên ku bi sedên salan nîvco mabûn êdî rêya serketinê di ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo de dîtin û bi bîr û baweriya fikra neteweya demokratîk û ji Kobanê heta Efrîn, Dêrik û Qamişlo ala serxwebûnê hate bilindkirin û di nava 10 salan de ruxmê hemû êrişên siyasî, leşkerî û aborî li ber xwe da û xurt bû. Şoreşa dîrokî ya 19’ê Tîrmehê berhema Rêber Abdullah Ocalan e.”

Tenê nehêlin

YPJ´ê bang li xelkê kir da ku xwedî li şoreşê derkevin: “Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em ji hemû gelê pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûrî re dibêjin, çawa jin û gelê me destpêka şoreşê de ked dan, divê îro jî weke pêngava me ya şoreşê ya duyemîn ya avakirin û parastina şoreşê, xwedî li şoreşa xwe derkevin. Dibe ku roja îro girêdayî rewşa aborî hinek şert û mercên zehmet, her wiha pirsgirêkên civakî hebin, lê her roj êrişên qirkirinê li ser herêmê tên kirin û dixwazin şoreşa me ji holê rakin. Divê gelên me yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen li derdora şoreşa xwe bibin yek, li hember êrişên dagirkeriyê nan û ava xwe amade bikin û xwe di derên bin erd de bi cih bikin, alîkariya şervanên xwe bikin û xwe jî ji şer re amade bikin. Xwedîderkertina Şoreşa 19’ê Tîrmehê erkeke mirovbûnê ye. 

Weke YPJ’ê çawa ku me bost bi bost li Rojavayê Kurdiastanê û Bakûr û Rojhilatê Sûrî çeper girt, şoreş ava kir, em ê ji bo parastina jinê, gel û şoreşa xwe bi heman ruhî li ber xwe bidin, şoreşa xwe mezin bikin û bi ser bixin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.