- Navenda Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekemîn konferansa xwe li dar xist.
SÎMA BIROKÊ / ANHA/QAMIŞLO
Navenda Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekemîn konferansa xwe li dar xist. Endamê desteya rêveber a navendê, Dr. Serdar Saadî got, konferans serketî bûye û got, gelek beşdarên biyanî jî xwestin alîkariyê ji zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş bikin.
Di 17`ê Adarê de, Navenda Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekemîn konferansa xwe bi navê “Dubare fikirandina li ser zanîngehan li gel Şoreşa Rojava” li dar xist. Di konferansê de gelek akademîsyen, rewşenbîr, xwendekarên Kurd, Fransî û biyanî beşdar bûn.
Têkildarî konferansê endamê Desteya Rêveber a Navenda Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (CSCUNES) Dr.
Serdar Saadî axivî û got, bi konferansê wan xwestiye navendê bidin naskirin. Wî got, “Konferans li Parîsê hat lidarxistin. Di konferansê de nîqaş li ser zanîngehên li Rojava û di Şoreşa Rojava de zanîngeh û rola wan hatin kirin.”
Serdar Saadî got, “Qederê 70 akademîsyen, rewşenbîr û profesor beşdarî konferansê bûne û tevî 50 kesên ku bi rêya online beşdar bûn, hejmar bûye 120. Ev jî ji bo me serketin bû.”
Ji Elmanyayê heta bi Kanadayê
Serdar Saadî da zanîn ku konferans ji 3 beşan pêk hatiye û wiha dewam kir: “Di beşa yekemîn de Prof. Éric Fassin û Prof. Shahrzad Mojab û Rohan Mustefa axivîn.”
Der barê rûniştina duyemîn de Serdar Saadî da xuyakirin ku wan li ser tecrubeyên zanîngehan nîqaş kirine û hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdulîlah Mistefa, hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim û hevserokê Zanîngeha El -Şerq Hesen El-Îsa axivîne. Her wiha nûnerên ‘Fondation Danielle Mitterrand’ û Zanîngeha Bremenê ya Elmanyayê jî axivîne û li ser xebatên ji bo siberojê nîqaş hatine kirin.
Saadî da zanîn ku di beşa dawîn de Prof. Hamît Bozarslan der barê rewşa zanîngehên cîhanê, azadî û rola akademîsyenan de axiviye.
Plansaziyeke serdana zanîngehan heye
Serdar Saadî destnîşan kir ku piştî bidawîkirina konferansê, beşdaran daxwaza xwe ya ji bo alîkariya ji zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan daye û got, “Konferans bi awayekî serketî qediya.”
Serdar Saadî têkildarî serdana wan a li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, “Planeke me heye ku serdana zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, lê pirsgirêka sereke ew e ku ji milê Başûr ve gelek zehmetî hene.”
Navend di 1`ê Mijdara 2021`ê bi armanca pêşkêşkirina alîkariyê ji bo zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bipêşxistina bernameyên perwerde û lêkolînê û zêdekirina çavkaniyên zanistî hatibû avakirin.