Ji Bern û Aachenê silav li Rojhilat

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 29 Îlon 2022 - 03:50

Jin ji bo piştgiriyê bidin berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê, li paytexta Swîsreyê Bernê hatin ba hev, çarikên xwe li ber gotina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” şewitandin. Li bajarê Elmanyayê Aachenê jî qederê hezar kesî destek da raperîna li Rojhilat.  

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê jinan pêşengî li çalakiyê kir. Gelek jinên Swîsreyî û Îranî tev li çalakiyê bûn. Çalakî li qada Bahnhofê hat lidarxistin. Wêneyên Jîna Amînî di çalakiyê de hatin hildan. Jinan bi hildana pankartan û gotina dirûşman nerazîbûn nîşanê dewleta Îranê da.

Endama Meclîsa Şehîd Berjîn Jînda ya Meclîsê Bernê Saadet Kûran li ser navê jinan got, “Jinên li Îranê, daxwaza demokrasiyê dikin. Divê cîhan li berxwedanê bibe xwedî. Wê rejîm teqez têk biçe.“

Çalakî bi gotina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî“ bi dawî bû.

Li Aachenê bi tevlêbûna qederê hezar kesî, qetilkirina Jîna Amînî hat protestokirin û berxwedana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin.

Mîtîng ji aliyê Navenda Gelê Kurd a Aachenê ve li ber Elisenbrunnen a dîrokî hat organîzekirin. Kurd, Fars û Elman tev li mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de pankartên li ser wan nivîsandî “Jin ne azad bin civak azad nabe“  û “Li dijî şer, patrîarka û kapîtalîzmê piştevaniya Kurdistanê“ nivîsandî hatin hildan. 

BERN/AACHEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.