Ji ber xayîntiyê ax ji dest diçe

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 01:25

MIHEMED KERKÛKÎ / ANF / KERKÛK

Çavdêrê siyasî û siyasetmedarê navdar ê başûrê Kurdistanê Mihemed Nesredîn têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê yên ji bo zêdetir dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî û wiha got:“Yek ji metirsiyên êrişa vê carê ya dewleta Tirk a dagirker ew e ku eger ev pêvajoya leşkerî ya ku Tirkiye pêk tîne serkeftî be, wê demê zêdetirî %70’ê axa parêzgeha Dihokê bi tevahî dikeve bin kontrola artêşa dewleta Tirk a dagirker, ev jî bi xwe metirsiyeke cidî ye û dîsa jidestdana beşek axa Herêma Kurdistanê ye.”

Derbarê bêdengiya partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê de ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk, Mihmed Nesredîn ev nirxandin kirin:“Dewleta Tirk a dagirker tenê di nav şeş mehên îsal de ji 800’î zêdetir êrişên hewayî û bejayî li ser axa başûrê Kurdistanê pêk anîne ku bi rastî pêwîstî pê heye ku alî û partiyên siyasî yên Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesteke cidî wergirin.” Mihemed Nesredîn, îşaret bi helwesta parlamenterên Iraqê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kir û got: “Şermeke mezin e ku dengê parlementerên di nav parlamentoya Iraqê de li Bexdayê bilind bibe li dijî vê dagirkeriyê. Lê belê aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bi wê yekê bên rexnekirin ku Herêma Kurdistanê û PDK dibin asteng ku Iraq ji bo derxistina hêzên dagirker ên Tirkiyeyê û parastina sînoran karê xwe bike.” Li ser berfirehkirina hebûna dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê, Mihemed Nesredîn wiha şîrove kir:“Çawa ku di qumara referandûmê de %51’ê axa Başûr ji dest çû, niha jî beşeke girîng ji axa parêzgeha Dihokê ji dest diçe. Tenê piştî sala 2017’an heta niha dewleta Tirk a dagirker ji 64’an zêdetir bingeh û baregehên xwe yên leşkerî li herêmên girîng ên başûrê Kurdistanê ava kirine. Tirkiye bi vê pêvajoyê dixwaze hejmara van bingeh û baregehên leşkerî zêde bike. Niha dewleta Tirk a dagirker xalên kontrolê danîne û nasnameyê ji xelkê Dihokê dipirse û heqeretê li welatiyan dike." Mihemed Nesredîn da xuyakirin ku ji ber xayîntiyê axa başûrê Kurdistanê tê dagirkirin û wiha got:“Roj bi roj ji ber şaşiyên siyasî û xayîntiyê, beş bi beş em axa Herêma Kurdistanê ji dest didin. Ev yek biçûkkirina Herêma Kurdistanê ye, divê em êdî li hember jidestdana axa Herêma Kurdistanê bêdeng nemînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.