Osman Şiban ê ji helîkoptêr hatibû avêtin, di serdegirtina mala xwe ya li Mêrsînê de îro destê sibê hat binçavkirin, lê li ser nerazîbûnan bi sedema nexweşe hat berdan.
Polîsên dewleta Tirk a dagirker îro destê sibê bi ser mala Şiban a li taxa Guneş a girêdayî navçeya Akdenîza Mêrsînê de girtin. Paşê Şiban ji bo kontrolê birin nexweşxaneyê û biryar dan wê nikaribe fizîkî û derûnî îfadeyê bide.
Osman Şiban û Servet Tûrgût di 11’ê îloana 2020’an de ji helîkopterê hatibûn avêtin û êşkenceyeke giran li wan hatibû kirin. Servet Tûrgût ê li nexweşxaneya Wanê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Şiban jî ji bo tedawiyê biribûn mala wî ya li Mêrsînê.
MA/MÊRSÎN