Ji ber ku ne şefaf e xelk naxwaze
Duşem 13 Hezîran 2022 - 22:36
- “Ji ber ku dosya nefta li Kurdistanê neşefaf e û bi aweyekî wekhev nayê belavkirin, xelk dixwazin dahata herêmê radestî Bexda were kirin.”
Parlamenterê Herêma Kurdistanê Şaxewan Reûf diyar kir ku heger biryara Dadgeha Federal a li ser nefta herêmê pêk bê, di warê neteweyî û nîştimanî de, wê Kurd 100 pêngavan bi paş ve biçin. Parlamenter dibêje; “Ji ber ku dosya nefta li Kurdistanê neşefaf e û bi aweyekî wekhev nayê belavkirin, xelk dixwazin dahata herêmê radestî Bexda were kirin.”
Di Sibata 2022’yan de Dadgeha Federal a Iraqê yasaya neft û gazê ya herêmê bi ne destûrî bi nav kir. Dadgehê ragihand ku firotina neftê ji aliyê Herêma Kurdistanê ne yasayî ye.
Parlamenterê Fraksiyona Tevgera Gorran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şaxewan Reûf derbarê mijarê de got, di dema bihurî de dosya neftê li Herêma Kurdistanê ne şefaf bû, ev jî bû sedem ku bi çavekî gumanbar li dosya neftê were nihêrîn: “Lê niha herêm di rewşeke wiha de ye ku divê hikûmet kar li ser gumanên heyî bike û qenaetê bide Hikûmeta Iraqê ku di rêvebirina dosya û belavkirina neftê ya li ser bi welatiyan de şefafî heye.”
PDK xira dike kes nikare biedilîne
Li ser biryara Dadgeha Federal ya Iraqê jî wê got, “Biryara Dadgeha Federal a Iraqê ji du beşan pêk tê, beşek siyasî ye û peywendiya xwe bi pêşbaziya siyasî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye. Beşa din jî peywendiya xwe bi berhemhênan û firotina neftê ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve heye. Ji ber ku di dema bihurî de di proseya neftê de şefafî nebû, gilî û gazindên zêde li ser hebûn. Heger Dadgeha Federal li ser wergirtina dosya nefta herêmê bi israr be, wê ziyaneke mezin bigihe Hikûmeta Herêmê û xelkê Kurdistanê. Ji bo vê, nabe Hikumeta Herêmê li ser vî şêwazê xwe yê rêvebirina dosya neftê dewam bike. Pêwîstî bi şefafî û wekheviyê heye. Heger biryara Dadgeha Federal pêk bê, wê Herêma Kurdistan 100 gavan bi paş ve biçe.”
Şaxewan got, ji ber ku zelalî û ne şefafiya di dosya nefta Kurdistanê de, niha pirraniya xelkê Kurdistanê dixwaze dahata herêmê, xalên ser sînor, dahata navxweyî û hemû dahatên din bi Bexdayê ve were girêdan. Şaxewan got, welatî dixwazin Bexda mûçeyê wan bide.
Şaxewan herî dawî li ser dijberiya PDK’ê û bêdengiya hizbên din a li hemberî biryara Dadgeha Federal a Iraqê got; “Nabe tenê PDK xwe bike xwediyê dijbertiya biryara Dadgeha Federal. Pêwîst e hizb hemû bi hev re xwedî biryar bin.”
ROJNEWS/HEWLÊR