- Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê jî doh agirê Newrozê hate dadan.
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê jî doh agirê Newrozê hate dadan.
Li Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrikê, Amûdê, Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Şehba, Herêma Firatê, Reqa û Helebê agirê Newrozê hate dadan.
Dayikên şehîdan agirê Newrozê dadan
Dayika şehîd Zinarîn Delal Mihemed, dayika şehîd Mazlûm Necah Gulo û dayika şehîd Nûr El-Dîn Şemsê Xan agirê Newrozê li bajarê Qamişlo dadan, piştre çalakiyên pîrozbahiyê li meydana Hîmo li rojavayê bajêr dest pê kirin.
Bi hezaran ji şêniyên Qamişloyê ji pêkhateyên Kurd û Ereb bi cilên xwe yên folklorî sibehê ve herikîn qada Newrozê.
Li bendava Mizqift a li bakurê rojhilatê navenda navçeya Tirbespiyê, dayika du şehîdan Lewend û Nûbar, Heyat Silêman û dayika sê şehîdan Simko, Geylan û Mihemed, Zeyneb Murad agirê Newrozê dadan.
Li navçeya Girkê Legê dayikên şehîdan agirê Newrozê li qada pîrozbahiyê ya gundê Haleq a navçeya Alyanê dadan û çalakiyên pîrozbahiyê bi beşdariya xelkê Girkê Legê, Çil Axa, Til Koçer û gundên wê dest pê kirin.
Li bakurê rojhilatê bajarê Dêrikê li Bendava Borza, dayika şehîd Hevrîn, Sûad Mistefa, dayika şehîd Çekdar Ferha Fetah û hevjîna şehîd Elî, Wensa Çawîş agirê Newrozê dadan.
Li Reqayê agirê Newrozê
Li Amûdê li gundê Çaxir Bazar, li Til Temirê li Qasrekê, li Dirbêsiyê li gundê Çol Bustan, li herêma Şehbayê li gundê Elawşê ya navçeya Ehdas, li herêma Firatê li aliyên Til Meştenûr a Kobanê, li Reqayê li meydana fakulteya Çandiniyê, dayikên şehîdan agirê Newrozê hat dadan û pîrozbahiyên Newrozê çêbûn.
Agirê Newrozê li Helebê jî li qada Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd saet 12:00'an hate dadan.
NAVENDA NÛÇEYAN