Ji Amûdê desteka ji grevê re
În 15 Çile 2021 - 16:35

Çalakiya konvedanê ya TCŞ û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di hepsên dewleta Tirk de ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li parka li hemberî Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyê ya li Qamişloyê, didome.
Di roja çaremîn a çalakiyê de bi dehan şêniyên Amûdê çûn serdana konê çalakiyê.
Di çalakiyê de endama Kongreya Star Şehnaz Îbrahîm axivî û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em ê her tim şopdarên fikrên Rêber Abdullah Ocalan bin, rast e, dîl hatiye girtin lê fikrên wî azad in.”
Piştî bidawîbûna axaftinan şêniyan berê xwe da avahiya NY`yê ya li Qamişloyê û sloganên silavkirina berxwedana girtiyên siyasî û banga bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan gotin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Mihemed li ser navê Amûdiyan daxuyanî da. Wî got, ji ber ku ji fikrên rêber Abdullah Ocalan ditirsin û ji ber ku banga parastina gelê Kurd û çanda wî dikir, ew dîl girtin.
QAMIŞLO














