• Li Silêmaniyê pêşangeheke şêwekariyê ya ku ji pênc welatan 90 hunermend tevlî bûn, hate vekirin.

Li Silêmaniyê pêşangeheke şêwekariyê ya ku ji pênc welatan 90 hunermend tevlî bûn, hate vekirin.

Doh piştî nîvrojê li Silêmaniyê Pêşangeha Navdewletî ya Şêwekariyê bi piştgiriya Dezgeha Îştar a Iraqê hate vekirin.

Ji welatên wek Erebîstana Siûdî, Brîtanya, Urdun, Iraq û Filistînê 90 hunermend bi tabloyên xwe ku pirraniya wan li ser êş û zehmetiyên jinan bûn, tevlî pêşangehê bûn.

Hunermend Sundis Şêrwan ku bi tabloyên xwe tevlî pêşangehê bûye, got, “Ev cara sêyem e ku li gel saziya Îştar tevli pêşangeha hevbeş dibim. Tabloyên ku min çêkirine, behsa kêfxweşiya jinan dike.”

Hunermenda Iraqî Nadiye Ezawî jî kêfxweşiya xwe ji ber tevlîbûna pêşangehê anî ziman û got, ew bi çend tabloyan tevlî pêşangehê bûye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ