Ji 30´î 1.4 ceza dan Tirkiyê

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 28 Adar 2023 - 16:27

Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya ku navenda wê li Parîsê ye, biryar da ku peymana petrolê ya navbera Tirkiye û hikûmeta Hewlêrê de neqanûnî ye. Dadgehê Enqere mehkûm kir da ku 1.4 milyar dolar tazmînatê bide hikûmeta Iraqê ya navendî.

Piştî biryara 'binpêkirinê' ya Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî, herikîna petrola Başûrê Kurdistanê ya ber bi Tirkiyeyê ve dawiya hefteyê hatibû rawestandin.

Buroya Iraqê ya ji firotina petrola ber bi Ceyhanê ve berpirsyar, ragihandibû ku herikîna petrolê roja şemiyê (25´ê Adarê) bi dema herêmî saet di 12:35'an de hatiye rawestandin.

Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye, di nakokiya navbera Herêma Kurdistanê ya Federe û hikûmeta federal a li Bexdayê de ya li ser firotina petrolê de, gotibû Iraq heq e.

Bihayê varîla petrolê 3 dolaran zêde bû 

Dadgeha Tehkîmê, biryar da ku tenê Wezareta Petrolê ya Iraqê bi rêya şirketa petrolê ya dewletê SOMO ‘yê dikare petrolê bi rêya bendergeha Tirk a Ceyhanê bifiroşe.

Hikûmeta navendî doza tazmînatê ya ji bo 30 milyar dolarî vekiribû û dadgehê jî biryar da, ku Tirkiye 1.4 milyar dolar tazmînatê bide hikûmeta Bexdayê.

Biryara dadgehê têkildarî dema navbera salên 2014-2018'an a firotina petrolê ye. Doza têkildarî firotina petrolê ya dema navbera salên 2018-2023'an jî dewam dike.

Piştî rawestandina hinardekirina petrolê ji Başûrê Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve, bihayê varîla petrola xam 3 dolaran zêde bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.