Ji 27'ê Nîsanê heta 9'ê Gulanê

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 16 Adar 2023 - 00:49

Ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dema dengdanê ya hilbijêrên li derveyî welat, diyar bû. Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê wê heta 17'ê Adarê roja Înê (yanî sibe) karibin qeyda xwe ya hilbijêriyê bikin. Di 12'ê Nîsanê de jî wê lîsteya dengdêran a li hundir û derveyî welat eşkere bibe. Cih û sindoqa dengdanê ya hilbijêran wê diyar bibin.

Hilbijêrên li derveyî welat wê karibin li ser malpera înternetê ya www.ysk.gov.tr ya jî li beşa 'Yurt Dışı Seçmen Sorgulama' ya xizmeta e-Devletê jî ji bernameya 'Seçmen Sorgulama' ya li cîhazên mobîl karibin hîn bibin, bê qeydkirî ne yan na.

Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê qeydkirî ji 27'ê Nîsanê heta 9'ê Gulanê wê karibin du hefteyan li nûnertiyên qeyda wan lê dengê xwe bidin. Dengên li derveyî welat, piştî ku li kîsên mohrkirî û li odeyên kilîdkirî yên li konsolosxaneyan hatin hiştin, wê bibin Tirkiyeyê û di 14'ê Gulanê de piştî ku sindoq hatin girtin wê jimartina dengan dest pê bike.

Hilbijêr di nava van du hefteyan de heger ber bi Tirkiyeyê ve biçin, wê karibin li deriyên sînor dengê xwe bidin. Heger hilbijartina Serokkomariyê ji tûra duyemîn re bimîne dengdana li derveyî Tirkiyeyê û li ser sînor wê di navbera 20'ê Gulanê û 24'ê Gulanê de bê kirin.

 

Herî zêde li Elmanya hilbijêr hene

Hejmara dengdêrên li derveyî Tirkiyeyê, qederê 6.5 milyonan e ku 5.5 milyon hilbijêr li Ewrûpayê ne. Di sala 2018'an de li 60 welatan dengdan hatibû kirin, îsal wê 11 welatên din lê zêde bibin û li 71 welatî deng bêne bikaranîn.

Elmanya bi 1.5 milyon hilbijêrên Tirkiyeyî di rêza destpêkê de ye. Dengdana li Elmanyayê jî wê li bajarên Berlîn, Dusseldorf, Essen, Frankfûrt, Hambûrg, Hannover, Karlsrûhe, Koln, Maînz, Munchen, Munster, Nurnberg û Stûttgartê bê kirin.

Di 24'ê Hezîrana 2018'an de ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê de AKP'ê ji sedî 51´ê dengên hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê wergirt, CHP'ê ji sedî 17.62, HDP'ê jî ji sedî 17.34 ê dengan wergirtibû. Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku HDP jî di nav de ye, ji bo dengê xwe zêde bike, beriya çend rojan li gelek welatan dest bi kar kir. Koordînasyona wê ya hilbijartinê vî karî wê bi rê ve dibe. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.