Ji 10 salî ve xêz dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Gulan 2022 - 21:03

  • Fatma Ayid Mihemed bi dilsoziyeke mezin dest bi xêzkirina wêneyan dike, bi tiliyên xwe yên afirîner reng, xweşî û êşa jinan xêz dike.

FEREH DAWÛD / JÎNHA/QAMIŞLO

Fatma Ayid Mihemed bi dilsoziyeke mezin dest bi xêzkirina wêneyan dike, bi tiliyên xwe yên afirîner reng, xweşî û êşa jinan xêz dike. Fatma Ayid Mihemed 36 salî ye û ji 10 saliya xwe ve wêneyan xêz dike. Piştî ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat, Fatma Ayid Mihemed jî dikaribû, hîn zêdetir di aliyê wênexêziyê de xwe bi pêş bixe. Îro jî Fatma dikare êş, azar, xweşî û kêfxweşiya jinan bi pênûsa xwe xêz bike. Fatma Ayid Mihemed ruxmê di destê wê de nexweşiya pênceşêrê heye jî dest ji xêzkirina wêneyan bernedaye. Fatma Ayid Mihemed der barê hunerê xwe de nihêrîna xwe anî ziman.

Destpêkê çiya, mal û xweza

Fatma Muhemed dibêje, "Destpêkê min amûrên wêneyan anîn û min wêneyên çiya, mal û xwezayê xêz dikirin, û min pirr ji wêneyan hez dikir. Di destpêka her karî de zehmetî heye, lê piştre, hêdî hêdî ev kar ji min re hêsan hat. Piştî ku ez hînî wêneyan bûm, min wêneyên jinan xêz dikirin, ji ber ku jin jiyan e û min pirr dixwest ez wêneyên jinan xêz bikim."

Nexweşiya pençeşêrê jî nebû asteng

Nexweşiya pençeşêrê li destê Fatma Muhemedê da, lê wê ti caran ev nexweşî li pêşiya hunerê xwe astengî qebûl nekir. Ew dibêje, “Tevî ku di destê min de nexweşiya pênçeşêrê heye jî ev yek li pêşiya xêzkirina wêneyên min, ne asteng e. Hezkirina min ji wêneyan re pirr heye û ev daxwaza min bû ku ez wêneyan xêz bikim. Niha ez 36 salî me û heta niha ez wêneyan bi hezkirin û dildariyeke mezin xêz dikim. Ez bi karê xwe serbilind im û bi hêvî me ku her kes karê ku dizane bike."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.