Jêdera debara jinan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:54

RÊNAD EL ELÎ / ANHA / REQA

Kargehên biçûk derfetên kar ji jinan re peyda dikin û ji bo jinan bêyî ku hewcedarî kesekî bin çavkaniya debarê ye. Ji wan kargehan kargeha Ula ya dirûtina cilên jinan e.

Ev 6 meh e rojane Ula deriyê werşeya xwe ya biçûk a dirûtina cilên jinan vekiriye. Tevî ku li sûkan gelek cilên hazir hene, lê piranî jin diwazin cilên xwe bidirûn.

Ula Xelef (22) kargeha cilên jinan li bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye. Ula di zarokatiya xwe de ji dayika xwe fêrî dirûtinê bûye. Lê rewşa aborî ya malbata Ula, piştî zewicî û 3 zarokên wê çêbûn, hişt ku Ula kargeheke biçûk veke. Di vê kargehê de Ula, 3 jinên temenmezin fêrî dirûtinê dike. Ya herî mezin ji wan jinan 50 salî ye û wê qonaxa fêrbûnê bi dawî kir û dest bi dirûtinê kiriye. Jina din 30 û ya din 25 salî ne. Her sê jin bi armancekê kom bûne ku debara xwe bikin. Ula di karê dirûtinê weke ˊhuner û pîşeyêˊ dibîne. Ji her kêliyek li ser cawan cilekî xweşik û bedew diafirîne. Ula armanc dike projeya xwe fireh bike da ku derfetên kar ji gelek jinan re bên peydakirin. Di kargehê de 4 makîneyên dirûtinê hene û tê de 4 jin cilan didirûn. Kargeh daxwazên dikanên cilûbergan jî pêşwaz dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.