- Koordînasyona Hilbijartinê ya Yeşil Sol Parti bang li hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê kir da ku dengê xwe bidin partiya wan û ji guherandina Tirkiyeyê nemînin.
REWŞAN DENÎZ
Li derveyî Tirkiyeyê, pêvajoya dengdanê dewam dike. Îro li hin welatên din jî wê dengdan dest pê bike. Di navbera 29’ê Nîsanê û 1’ê Gulanê de jî ji bilî konsolosxaneyan li 15 navendên din jî deng bên dayîn.
Nûner û dilxwazên Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) jî wiha bang dikin: “Haziriyên me temam in, me wesaît hazir kirin. Em vê dawiya hefteyê û 1’ê Gulanê bi tevahiya hêza xwe kar bikin, hilbijêran bibin ser sindoqan. Em nebêjin, dengekî tenê ye, ma wê çi be. Em dengê xwe bidin û bi hev re vê rejîmê biguherînin”.
Dengdanê li Elmanya, Fransa, Danîmarka, Holanda û Luksemburgê 27î Gulanê dest pê kiribû. Li van welatan heta 9'ê Gulanê deng wê bê dayîn. ji îro û pê ve jî li Hollanda, Swîsre, DYE, Awustralya, Belçîka, Ingilîstan, Norwêc, Yewnanistan û Kanadayê jî hilbijêr wê karibin dengê xwe bidin. Li van welatan dengdan wê heta 7'ê Gulanê dewam bike. Li Swîsre û Fînlandiyayê dengdan 1'ê Gulanê dest pê dike û heta 7'ê Gulanê dewam dike.
Dawiya hefteyê û 1'ê Gulanê jî deng dikare bê dayîn û saetên dengdanê li serkonsolosxaneyan saet 09:00'ê dest pê dike û heta 21.00'ê dewam dike.
Li aliyê din hilbijêrên derveyî Tirkiyeyê, dikarin li deriyên sînoran û balefirgehên navneteweyî yên Tirkiyeyê jî dengê xwe bidin. Li van deveran heta 14 Gulanê saet 17:00'an deng tê dayîn.
Herçî nûnertiyên derveyî konsolosxaneyan in, li Elmanya, Awusturya, Belçîka, Danîmarka, Hollanda, Fransa, Ingilîstan û DYE'yê li 15 cihan wê îro, sibe û du sibe vekirî bin. Li van navendan saet ji 09:00 heta 18:00 xelk karibe dengê xwe bide.
Li Elmanyayê dengdan
Li Elmanyayê li Berlîn, Dusseldorf, Essen, Frankfurt, Hamburg, Hannover, Karlsruhe, Kassel, Koln, Mainz, Munich, Munster, Nurnberg, Stuttgart li serkonsolosxaneyan hilbijêr diçin ser sindoqan.
Ji ber ku navendên dengdanê yên li Dortmund, Siegen, Fulda, Limburg, Kiel, Mannheim, Saarbrucken, Bielefeld û Ulmê ji bo îro, sibe û 1'ê Gulanê hatin betalkirin, ji bo hilbijêr biçin ser sindoqan xebat tên meşandin.
Li Saarbruckenê partiya Çep a Kesk ji bo hilbijêran bibe ser sindoqan wesaît eyar kirine û wê hilbijêran bibe serkonsolosxaneyên li Mainzê û Luksemburgê. Otobus îro wê du seferan bikin û ew ê ji ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarbruckenê bidin rê.
Li 3 navendan 3 rojan
Ji îro heta 1'ê Gulanê saet 18:00'an li bajarên Bremen, Aachen û Regensburgê li van navendên li jêr hilbijêr karibin dengê xwe bidin:
BREMEN: Congress Bremen M3B GmbH Findorffstr. 101, 28215 Bremen.
AACHEN: Zollernstraße 16, 52070 Aachen.
REGENSBURG: Junkersstrasse 9, 93055 Regensburg.
Li Fransayê dengdan
Piştî Elmanyayê, herî zêde li Fransayê hilbijêrên Tirkiyeyê hene. Li vir jî li serkonsolosxaneyên Tirkiyeyê yên li Bordeaux, Lyon, Marsîlya, Nantes, Parîs û Strasbourgê heta 9'ê Gulanê hilbijêr wê karibin dengê xwe bidin.
Ji îro heta 1'ê Gulanê saet 18:00'an jî li Clermont-Ferrand, Orleans û Mullhouse jî sindoq wê bên danîn:
CLERMONT-FERRAND: Anatolia Parc, Le Petit Orcet 63670 Orcet Clermont-Ferrand.
MULLHOUSE: Gymnase Nordfeld, 43 Avenue Alphonse Juin, 68100 Mullhouse.
ORLEANS: Espace Chantemelles, Pole 45 Rue Des Chantemelles, 45140 Ingre Orleans.
Ilehî dengê xwe bidin
Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Tirkiyeyê ya Partiya Çep a Kesk, bangeke lezgîn li hilbijêran kir da ku dengê xwe bidin. Koordînasyonê got, dengdanê texîr nekin û îro zû biçin ser sindoqan.
Koordînasyonê ji bo mohrkirina rast a pusulaya dengan jî got, di pusulaya deng a partiyan de, “Yeşil Sol Parti” di rêza 12'an de ye, amblema wê dar e. Wê xwest tenê yek mohra “Evet” li binê amblema wan li cihê diyarkirî bê xistin. Heger binê partiyeke din jî bê mohrkirin, ew deng dişewite.
Gelek nûner û namzetên Partiya Çep a Kesk bang li hilbijêrên xwe yên li derveyî welêt kirin da ku dengê xwe bidin. Namzetê Partiya Çep a Kesk ê Mûşê ji rêza yekê, Sezaî Temellî bi daxuyaniyekê got, “Dengekî bidin Partiya Çep a Kesk û yekî bidin Kiliçdaroglu. Li tişt û miştên din nealiqin”.