- Fransiyan sala 1874’an peyva bi navê “Japonisme” afirand. Ev peyv tesîra hunerên Japonî yên li ser berhemên Ewrûpî îfade dike. Fransiyan Ev peyv ji bo hunerê Japoniyan û şarezabûna wan a di hunerî de pênase bikin, afirandibû.
XASÊ CÛNÊ
Huner Yan jî bizava împresyonîzmê weke tevgereke hunerî li gor dema xwe yek ji tevgerên herî nûjen bû. Ev tevgera hunerî, niha jî gelek popûler e û weke şêwazeke hunerî gelek hunermend xwe lê digirin û li gorî rêgezên wê berheman diafirînin. Destpêkê vê tevgerê her çend berhemên resen derxistibe holê jî, dîsa jî ew nayê wê maneyê ku di bin tesîra hin hunerên din de nemaye. Împresyonîzm tevî ku şêwekarên resen û şêweyên ku berê nehatibûn ceribandin, ava kirin, pirr balkêş e, xwe spartibû hunerê Japonan ango çapên wan ên li ser textan.
Japonan beriya ku împresyonîzm derkeve holê, li ser textan gelek tişt teswîr kiribûn û ev teswîrên wan weke stîlekê dihat zanîn.
Japonan navê “Ukiyo-e” li van çapên xwe yên li ser textan kiribû. Di heman demê de ev çap û teswîrên li ser textan, xwedî maneya nûjenîbûnê bûne û îşaret bi “resmên dinyaya fanî” dikirin. Di serdema Edo de ev şêwaz peyda bûbû. Şêwazeke hunerên Japonî ye û li ser gelek lewnên hunerî ango helbest, şano û wêjeyê tesîra xwe hiştiye. Li gel jiyana rojane, wan herî zêde xweza diresmand li ser van textan û ev teswîrên wan bi reng bûn. Destpêkê wan jî bi kaxiz û firçeyê ev resm çêkiribûn, lê bi demê re wan ev şêwaz bi pêş xist û bi riya çapê wêneyên nû afirandin.
Bandora ‘Japonisme’ li ser hunerê Ewrûpî
Ji ber vê nûjenîbûna xwe “Ukiyo-e” li ser hunerên Ewrûpî bandorekê çêdike. Heta ji ber vê yekê ye, Fransiyan peyva “Japonisme” afirand. Koleksiyoner û rexnegirê hunerê Philippe Burty di sala 1874’an de ev peyv afirand.
Fransiyan ev peyv ji bo hunerê Japoniyan û şarezabûna wan a di hunerî de pênase bikin, afirandibû. Wan lêkolînên xwe yên di vî warî de ango li ser hunerê Japonan, bi vê peyvê îfade dikirin. Ji lewre Japonisme di warê peyker, mîmarî, wêne û gelek lewnên din ên hunerî de li ser hunerê Ewrûpî tesîra xwe hiştibû. Peyva “Japonisme” her çiqas ji bo tesîra hunerên Japonî yên li ser berhemên Ewrûpî îfade bike jî ew rasterast îşaret bi tesîra li ser împresyonîzmê dike û herî zêde ji bo vê yekê tê bikaranîn. Tevgerên hunerî yên weke “Art Nouveau” û “Post Împresyonîst” li hunerê Japoniyan kolabûn.
Perspektîf û kompozîsyona wan kûrtir kirin
Nexasim jî Claude Monet û Edgar Deges ku du hunermendên mezin ên dewra xwe bûn di warê mijar, perspektîf û kompozîsyonê de ji teswîr û çapên li ser texteyan yên Japoniyan gelek hez kiribûn û wan ev hezkirina xwe bêyî ku veşêrin bi aweyekî eşkere nîşan dabû. Jixwe, dema meriv li berhemên wan dinihêre, meriv vê tesîrê pirr baş dibîne.
Helbet wan ev yek hema wisa çawalêhato kopya nekirine. Meriv dikare bibêje ku wan bi berhemên xwe, teswîrên Japoniyan kûrtir kirine. Claude Monet li mala xwe ya li Giverny gelek berhemên “Ukiyo-e” ku ji çapên textan pêk dihatin li mala xwe weke koleksiyon kom kiribû û niha jî gelek ji wan li heman malê ne.
Monet û Degas vê hunerê wêdetir birin
Împresonîstan herî zêde ji rengê li ser van texteyan hatibû bikaranîn, hez kiribûn. Ji ber ku rengên zindî bûn û bi van rengan kompozîsyonên pirr serketî hatibûn sêwirandin. Împresyonîstan di gelek berhemên xwe de ew hîs û hizrên Japoniyan hîn wêdetir biribûn. Helbet bingeh, berhemên Japonî bûn, lê wan li ser vî bingehî wêneyên xwezayê û portreyên pirr dilsoz afirandin. Wêneyên Monet yên ku wî di wan de gelek “pirên Japonî” çêkirine, nîşaneya vê yekê ne. Her wiha xebata Edgar Degas ya bi navê “Jina ku porê xwe şe dike” jî radixe ber çavan ku wan li hunerê Japonî kolaye. Dîsa hin xebatên Mary Cassatt ên di vî warî de jî dipeyitînin ku wan ji vê şêwazê gelek sûd wergirtiye û di hunerê xwe de bi cih kiriye.