Îtîrazên ji bo Menaf Osman hatin redkirin

Duşem 18 Îlon 2023 - 16:16

Girtiyê siyasî û nivîskarê Kurd Menaf Osman, piştî 30 sal û 6 mehan hatibû berdan, lê dewleta Tirk ji bo ku wî dersînor bike, helw dide. Îtîrazên li dijî biryara dersînorkirina Osman û yên lijneya rêveberî û çavdêriyê hatin redkirin.

Nivîskar û girtiyê siyasî Menaf Osman piştî 30 sal û 6 mehan di 3’yê tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê hatibû berdan. Ji roja hatiye berdan heta niha jî li Navenda Vegerandina Penaberan a Edîrneyê tê ragirtin. Parêzerên Newaf Osman, li dijî biryara dersînorkirinê li Dadgeha Îdareyê ya Manîsayê ya Yekem û li dijî biryara lijneya rêveberî û çavdêriyê jî li Dadgeha Cezayên Sulhê ya Edîrneyê ya Duyem îtîraz kirin. Îtîraza li dijî biryara dersînorkirinê hatiye kirin ji Edîrneyê re hate şandin. Dadgeha Cezayên Sulhê ya Edîrneyê ya Duyem her du daxwaz jî red kirin.

Di biryarê de hat gotin, derheqê Newaf Osman de serlêdaneke parastinê ya navneteweyî tine ye. Di biryarê de hat îdîakirin ku biryarên dersînorkirinê û lijneya rêveberî û çavdêriyê “li gorî hiqûqê ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.