Îtalî wê Newrozê pîroz bikin

Şemî 23 Adar 2024 - 00:49

Di 23 û 24'ê Adarê de bi pêşengiya Sendîkaya Perwerdeyê ya Sardegna COBAS’ê ya Îtalyayê, Tevna Sardunya Ya Kurdistanê - Ji Ocalan re Azadî, Komeleya Sardunya ya li Dijî dîke kirinê (ASCE) û Komeleya Ghîlarza Antonîo Gramscî wê meşeke 2 rojan a Newrozê bê organîzekirin.

Meşa ku wê di bin navê "Newroza 2024'an rêya Kurdistanê" de bê lidar xistin, wê 23'ê Adara 2024'an roja Şemiyê li S'Archittu-Santu - Lûssûrgîu û roja Yekşemê jî 24'ê Adara 2024'an li Santu Lussurgiu - Ghilarza pêk were. Organîzatorên meşê diyar kirin ku ew ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî meşê organîze dikin.

Di daxuyaniya Sendîkaya Perwerdeyê ya COBAS'ê de derbarê meşa ku wê li Girava Sardegna bê lidarxistin de, hat diyarkirin ku meş wê ji S'Archittu ya li rojavayê giravê destpê bike û di dawiya rojhilat de li Baûnei bi dawî bibe. Her wiha hate daxuyakirin ku di meşa ku bi 8 merheleyan tê lidarxistin de wê li gelek gundan çalakiyên diyalogê bên lidarxistin.

ANF/ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.