- Ji berê ve, deşta Şarezor bi gulberoj, pembû, kuncî û zebeşê xwe bi nav û deng e. Niha jî li vê deşta fereh, sal sala petatan e.
Ji berê ve, deşta Şarezor bi gulberoj, pembû, kuncî û zebeşê xwe bi nav û deng e. Niha jî li vê deşta fereh, sal sala petatan e. Bi hezaran ton petat berhem hatiye girtin û bi sedan kes jî bi heqdest petatan diçinin.
Niha li deşta Şarezor dema çinîna petatan e. Îsal du cûre petat tên çinîn: yek ji bo xwarinê û yek jî ji bo kargehên cipsan ên li Herêma Kurdistanê.
Yek ji cotyarên li deşta Şarezorê Hawkarî Bilal e. Wî petat ji bo cîpsan çandine. Ew ji bo ku ji sihetê re ne xirab bin, ti zibil û gubreyê li erdê xwe nake. Petatên wî ne weke yên xwarinê ne: Ew zêde rûn û zeytê nakişînin nava xwe û rêjeya wan a şekir kêm e.
Hawkarî Bîlal li hezar donim erd petat çandine.
Bi traktorê pitat tên hilkirin û pale û karker wan diçinin.
Jina bi navê Zînê Elî ku petatan diçine. Ew ji Kobanê yanî Rojavayê Kurdistanê ye. Ew dibêje: “Ez li kampa Barîkey rûdinim. Danê sibehê saet 03:00 ji mal derdikevim heta saet 12:00 bi 15 hezar dînarî karê çinîna petat, bacan, xiyar û gelek karên din dikim.”
Enter Omer jî çawişê pale û karkerên çinînê ye. Wî îro 50 karker anîne nav erdan.
Berpirsê Xizmetguzariyên Çandiniyê li Rêveberiya Çandiniyê ya Helebce, Mihemed Yûsif got: “Îsal ji ber kêmbarîna baranê li sînorê Helebce nêzî 300 donim zevî petat hatine çandin. Ji vê rêjeyê jî hezar û 200 ton wê berhem were bidestxistin.”
Li gorî lêkolînên hatine kirin, îsal li deşta Şarezorê zêdetirî hezar û 500 donim zevî petat hatine çandin. Ji vê jî zêdetirî 30 hezar ton berhem divê were derxistin. Ev berhem li nava Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê werin firotin.
ROJNEWS/HELEBCE