Îsal bi romanan Apê Osman tê bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Gulan 2022 - 21:03

  • Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 6´an dike.

SOLÎN EHMÊ / ANHA/QAMIŞLO

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 6´an dike.

Bi zindîkirina bibîranîna rewşenbîrê Kurd û şoreşger Osman Sebrî, Desteya Çandê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Komîteya Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê 11`ê Cotmehê Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 6`an li dar bixe.

Helbestvan û nivîskarê Kurd Osman Sebrî, sala 1905`an li gundê Narincê yê ser bi Semsûrê ji dayik bûye û sala 1993`yan koça dawî kiriye. Apê Osman nivîskar, helbestvan, zimanzan û siyasetvanekî Kurd bû û jiyana xwe di xizmeta doza Kurdî de bihurandibû, bi taybetî jî li Rojava.

Komîteya Amadekar a mihrîcanê şertên tevlîbûna mihrîcanê diyar kirin. Îsal tenê roman têne qebûlkirin, divê hejmara gotinan ne zêdetirî 20 hezar peyvan be, divê beşdar ne kîmî 18 salî bin; zimanê beşdariyê jî Kurdî, Erebî û Suryanî ne. Her nivîskarek tenê bi berhemekê dikare beşdar bibe û, divê berhem berê li ti deveran nehatibe weşandin.

Bernameya mihrîcanê

Endamê Komîteya Amadekar a Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê, Ebdulmecîd Xelef li ser bernameya mihrîcanê, got: “Îsal dê gelek çalakiyên çandî û hunerî cih di mihrîcanê de bigirin; semîner wê bên dayîn, panel bên lidarxistin, helbest û kurteçîrok wê bên xwendin, çûna serdana gora Apê Osman Sebrî dê hebe û pêşbirka romanan heye.”

Çima tenê roman? Xelef wiha bersiva vê pirsê dide: "Destpêka çalakiyên mihrîcanê me berhemên wêjeyî hemû qebûl dikirin, lê di dewreya 5`an a mihrîcanê de tenê kurteçîrok bûn. Îsal jî me xwest balê bikişînin ser romanê da ku hîn bêhtir di nav civaka me de were belavkirin."

Ji bo Kurdî bê parastin

Xelef da zanîn ku armanca wan ew e ku xwendin di nav civakê de bibe çandek, nexasim çanda xwendina bi zimanê Kurdî belav bibe da ku zimanê Kurdî were parastin. Xelef bi bîr xist ku mihrîcana 5`an de gelek berhemên bi Kurdî hebûn û hêvî kir ku îsal rêjeya Kurdî zêdetir be. Wî wekçî din da zanîn ku mijara romanan serbest e û komîteya amadekar ti mijarê ji berê ve diyar nake.

Ebdulmecîd Xelef got, deriyê tomarkirinê heta 20`ê Tîrmeha 2022`yan vekirî ye, da ku komîteya nirxandinê her romanê bixwîne.

Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê da zanîn ku ew ê xelatan bidin romannûsên Kurdî, Erebî û Suryanî. Yekemîn wê xelateke pere jî wergirin û romana wan jî wê bê çapkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.