• Heyeta MSDê li Moskowê bi rayedarên Rûs re hevdîtinan pêk tîne.

Endamê şandeya MSD`ê li Rûsyayê Sîhanok Dîbo bernameya serdana şandeyê eşkere kir. Dîbo piştrast kir ku şande wê li wir hevdîtinan bike.
Sîhanok Dîbo got: "Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk li ser vexwendineke fermî ya wezareta derve ya Rûsyayê 27`ê mehê gihîşt Moskovê."
Şandeya MSD`ê ji seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, cîgirê wê Hikmet Hebîb, serokê Yekitiya Suryanan Senherîb Barsûm û nûnerê MSD`ê li Misirê Sîhanok Dîbo pêk tê.
Dîbo ji ANHA`yê re got, ew ê duşemê (îro) bi civîneke çapemeniyê mûzakereyeke di navbera MSD`ê û Partiya Vîna Gel de bê îmzekirin. Di heman rojê de hevdîtin wê bi Wezareta Karên Derve re bên kirin.
Dîbo diyar kir ku navaroka mûzakereya lihevkirinê piştre wê bê belavkirin û pîvanên sereke yên peymaneke civakî ya nû ya Sûriyê bihewîne, ku dê rê li hewldanên dagirkirin û parçekirina Sûriyê û avakirina sîstemeke navendî ya zordar, bigire.  
Dîbo got, "Em dikarin bêjin, mûzakereya bê îmzekirin dê tişta herî baş ku heta niha hatiye kirin be. Dê sûdê li tevahiya ceografiya Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybetî li opozisyona niştîmanî ya demokratîk bike. Em dikarin bibêjin ku nuqteyeke guhertinê ya rasteqîn e." NAVENDA NÛÇEYAN