Yekîtiya Doktoran a Navneteweyî ya li dijî Şerê Nukleer û Doktorên bi Berpirsyariya Civakî (IPPNW) li ser delîl û belgeyên ku nîşan didin dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, di navbera 20-27'ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê hevdîtin kirin û li ser mijarê raporek weşandin.

Di raporê de hate ragihandin ku daneyên gelekî xurt hene ku nîşan didin, dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. Endamê IPPNW´ê û yek ji amadekarên raporê Dr. Jan van Aken li ser mijarê ji bernameya Çira Fokûs a televîzyona Çira TV´yê re axivî.

Dr. Jan van Aken destpêkê bal bire ser astengiya PDK'ê ya li pêşiya liv û tevgera wan û anî ziman ku wan xwest biçin gundekî herêma Kanîmasî ya ser bi Amediyê, ji bo bi mexdûrên êrişê re hevdîtinê bikin û nimûneyan wergire.

 

Wê bibe skandaleke navneteweyî

Lê belê li vê herêma ku di bin kontrola PDK'ê de ye, destûr ji wan re nehate dayîn. Dr. van Aken got, "Bi qasî ku em zanin, di navbera artêşa Tirk û rêveberiya herêmî ya Hewlêrê de hevkarî heye. Dibe ku di wê baweriyê de ne ku divê mesele nixumandî bê hiştin, lewma destûr nedan me ku em biçin herêmê. Heger bê îsbatkirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, wê ev yek bibe skandalek di asta navneteweyî de. Lewma pêwîstî pê heye ku heyeteke serbixwe ya navneteweyî li herêmê lêkolînê bike."

 

Tirkiye esas lê mikur hatiye

Li ser rexneyên li ser xemsariya Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) jî Dr. Jan van Aken îşaret bi hin proseduran kir û got, "Ji bo OPCW karibe lêkolînê bike, divê dewleteke endam serlêdanê bike. Lewma, heger Bexda, dewleta Iraqê zextê û serlêdanê bike, wê OPCW jî neçar bimîne ku mijarê lêbikole."

Dr. Jan van Aken her wiha axaftina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar a beriya salekê li meclîsê bi bîr xist û anî ziman, ku Akar li pêşiya parlamentê bi rengekî eşkere mikur hat ku li Garê di operasyona leşkerî de gaza çavşewitandinê bi kar aniye. Wezîrê Tirk bi rengekî eşkere li vî sûcî mikur hatiye.

Dr. Jan van Aken anî ziman ku ew hêvîdar e, careke din çekên kîmyewî neyê bikaranîn, lê belê heger daneyên nû bigihêjin ber destê wan, ew ê li ser navê IPPNW´ê careke din biçin Başûrê Kurdistanê û hewl bidin lêkolînê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN