Îranê Rehîm Mihemedî qetil kir

Yekşem 21 Tebax 2022 - 22:12

  • Leşkerên hikûmetê bêyî hiyarkirinê, yekser gule bera kolberî dan.

Roja înê, 19´ê Tebaxê, dewleta Îranê bi destê hêzên xwe yên leşkerî kolberê Kurd Rehîm Mihemedî yê 37 salî li ser xeta sînor li Hengejal a ser bi bajarê Banê, canê xwe ji dest da. 

Leşkerên hikûmetê bêyî hiyarkirinê, yekser gule bera kolberî dan. Ji ber ku gule li sîng û dilê Rehîm Mihemedî ketin, wî canê xwe ji dest da. 

Cenazeyê wî birin nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Banê.

Rehîm Mihemedî ji xelkê gundê Hewraz e û li gundê Kewpêç Siflî yê ser bi Banê dima.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.