Hêzên leşkerî yên Îranê li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê de li komek kolber gule reşandin. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Kolbernewsê şevtira din li herêma sînor a Çaldêranê ya ser bi parêzgeha Urmiyê êriş pêk hatiye.
Di encama êrişa li ser koma kolberan de kolberê bi navê Emîn Şemis bi guleyên leşkerên Îranê jiyana xwe ji dest da. Emîn Şemis zewicandî bû û bavê zarokekê bû.
NAVENDA NÛÇEYAN