Îranê kolberekî din qetil kir
În 26 Tebax 2022 - 21:27
- Li herêma sînorî yê bajarê Bane hêzên dewleta Îranê kolberekî ciwan qetil kir.
Li herêma sînorî yê bajarê Bane hêzên dewleta Îranê kolberekî ciwan qetil kir. Hat zanîn ku hêzên dewleta Îranê doh li ser sînorê Birwêşkanî yê Bane, gule li kolberan barandine. Di encama gulebarana hêzên Îranê de kolberê 28 salî, Rêbwar ê paşnavê wî nehat zanîn û ji xelkê gundê Quliyava yê bajarê Bane ye, hat qetilkirin.
Rêbwar bavê zarokekê ye û hevjîna wî bi zarok e.
BANE