Îranê kolberekî din qetil kir
Çarşem 1 Kanûn 2021 - 23:39
- Li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ciwanên Kurd bi awayekî sîstematîk ji aliyê rejîma Îranê ve tên qetilkirin.
Li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ciwanên Kurd bi awayekî sîstematîk ji aliyê rejîma Îranê ve tên qetilkirin. Di encama guleberana hêzên rejîma Îranê de kolberekî din hate qetilkirin û 2 kolber jî birîndar bûn.
Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku pêr êvarê çekdarên rejîma Îranê li Zelê ya li ser sînorê Çomanê ya ser bi bajarê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê, gule li komek kolber reşandine. Li gorî Tevna Mafê Mirovan ya Kurdistanê di encama êrişa hêzên Îranê de kolber Adil Elîpûr hatiye qetilkirin, kolber Yasîn Emînpûr jî bi giranî birîndar bûye.
Her wiha hate gotin, li herêna Hengejale ya bajarê Bane, kolber Ferîdûn Ehmedî di êrişa hêzên rejîma Îranê de birîndar bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN