Îranê kolberekî din qetil kir

Şemî 16 Cotmeh 2021 - 01:56

  • Hêzên rejîma Îranê li ser li ser sînorê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kir û kolberek qetil kir.

Hêzên rejîma Îranê li ser li ser sînorê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kir û kolberek qetil kir.

Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî kolberan bê navber dewam dikin. Pêr bi şev hêzên Îranê li ser sînorê Serdeştê careke din êrişî kolberan kir.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê pêr bi şev hêzên rejîmê li sînorê Gakêya girêdayî navçeya Alan a Serdeştê, êrişî kolberan kir. Di encama êrişê de kolberekî jiyina xwe ji dest da. Navê kolberê hatî qetilkirin, Jiyan Elîpûr e, ji gundê Bêjwê yê Serdeştê ye. Cenazeyê Jiyan Elîpûr li tiba edlî ya bajarê Serdeştê tê ragirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.