Li navçeya Banê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê kolberekî din qetil kir. Xelkê navçeyê li ber qeymeqamiya navçeyê ev yek protesto kir. 

Li gorî malpera Kolbernewsê, li ser sînorê Hengejalî ya navçeya Banê, hêzên rejîma Îranê êriş birine ser komeke kolberan.

Hate zanîn ku di vê êrişê de kolber Fereydûn Salehî yê ji Bokanê hatiye qetilkirin û 12 kolber jî birîndar bûn.

Piştî vê êrişê bi sedan kes li ber avahiya qeymeqamiya navçeyê kom bûn û nerazîbûn nîşanî hêzên rejîmê dan.

BANE