Hêzên rejîma Îranê li Bane û Merîwanê êrişî kolberan kir, di encama êrişê de kolberek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, 31ʼê Çile hêzên rejîma Îranê li herêma navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, êrişî komek kolber kir. Di êrişa li li nêzî noqteya ser sînor ya Henge Jal a ser bi bajarê Bane de, kolberê bi navê Haşim Hisên yê xelkê gundê Mencalan ji aliyê hêzên rejîmê ve hat kuştin.

Heman çavaniyê ragihand ku hêzên rejîma Îranê li herêma Merîwanê jî êrişî komek kolber kirine. Di encama vê êrişê de jî kolberê bi navê Hadî Rezayî bi giranî birîndar bûye. Rezayî rakirine nexweşxaneya bajarê Sine.

ROJNEWS/SILÊMANÎ