Hêzên rejima Îranê li devera Serpêl a parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê kolberek kuşt.

Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê diyar kir, 26 Gulanê li sînorê Serpêl ê ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejima îranê kolberek gulebaran kirin û di encamê de kolberê bi navê Qubad Rehmanî (28) yê ji Serpêlê jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin ku di dema Qubad Rehmanî vedigeriya malê de û ti tiştek di gel wî de nebû, hêzên rejima Îranê bêy ku wî agahdar bikin, ji nêz de gule lê barandine.

ROJNEWS/SILÊMANÎ