Li devera sînorî ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejima Îranê gule li kolberan reşandin, û wan kolberek bi giranî birîndar kir.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, doh hêzên rejima Îranê li devera sînorî ya Berwişkanî ya ser bi bajarê Bane gule li komek kolber reşandin.
Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Mihemed Sadiqî yê ji Seqizê bi giranî birîndar bû. Mihemed rakirina nexweşxaneya Baneyê.
NAVENDA NÛÇEYAN