Li herêma sînorê parêzgeha Urmiyeyê leşkarên Îranê êrişî komek kolber kir. Di êrişê de kolberek hat kuştin.
Li gorî agahiyên Kolbernews’ê dane, pêr leşkerên Îranê li herêma sînor a bajarê Serdeştê ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê êrişî komek kolber kir.
Li gorî heman çavkaniyê êriş li benxda Nokan a li nêzî Qasim Reş a Serdeştê pêk hatiye. Di encamê de kolberê bi navê Xalid Ehmedpûr ê xelkê gundê Werdê hatiye kuştin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ