Îranê êrişî xelkê kir

Nûçeyên Jin

Duşem 19 Îlon 2022 - 21:27

  • Doh li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya ji bo protestokirina şehîdkirina Jîna Mehsa Amînî hebû. Hêzên rejîmê li Sine, Seqiz û Dîwanderê êrişî çalakiyan kir. Di êrişên rejîmê yên pêr de jî herî kêm 38 kes birîndar bûn.

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd, Jîna Amînî greva giştî hate ragihandin yanî xelk neçû ser karê xwe. Piştî wê jî li bajarên weke Dîwander, Sine, Seqiz, Tehran û Reştê gel daket meydanan, lê hêzên rejîma Îranê êrişî xwepêşanderan û malên welatiyan kir.

Li ser banga partiyên Kurd li seranserê Rojhilatê Kurdistanê doh greva giştî dest pê kir. Xelk danê sibehê neçû ser kar û derî û derabeyên dikanên xwe jî venekirin.

Li gorî dîmenên li ser torên medyaya dijîtal, li gelek bajarên Rohilatê Kurdistanê ên weke Seqiz, Sine, Şino, Bukan û Baneyê greva giştî ya welatiyan dest pê kiriye. Li gorî dîmenan li van bajaran welatiyan dikanên xwe venekirine û neçûne ser kar.

Piştî wê li Dîwander û Seqizê xwepêşandanan jî dest pê kir, lê hêzên rejîma Îranê êrişî xwepêşanderan kir. Li gorî dîmenên di torên medyaya dijîtal de belavbûne, li Seqizê hêzên Îranê gule berdane malên welatiyan.

Li bajarê Dîwanderê jî hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan kir, tê gotin hêzên Îranê bi tundî êriş kiriye û nayê zanîn çend birîndar hene.

Yê ku xwişka min kuşt dikujim

Li paytexta Îranê Tahranê jî xwendekarên zanîngehê yên beşa Teknîkê, çalakiyeke bi dirûşemeya ‘Dikujim, dikujim ê ku xwişka min kuşt’ li dijî qetilkirina Jîna Amînî çalakiyek li dar xist. Lê livir jî hêzên rejîmê êrişî xwendevanan kirin.

Li bajarê Reştî yê ser bi parêzgeha Gîlanê ya Îranê jî bi sedan jin bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li dijî qetilkirina Jîna Amînî çalakiyek li dar xist. 

Herî kêm 38 birîndar

Derbarê êrişên polêsên Îranê yên li dijî çalakiyên protestoyî yên ji ber qetilkirina Jîna Mehsa Amînî de Rêxistina mafên mirovan Hengawê raporek amade kir û da zanîn ku di êrişan de 38 kes birîndar bûne û 13 kes jî hatine girtin. 

Di raporê de tê destnîşankirin ku di encama êrişên hêzên taybet ên rejîmê ên di çalakiyên roja yekşemê de 33 kes birîndar bûne û ji birîndaran rewşa 5 kesan giran e û niha li nexweşxaneyên Tewrêzê tên dermankirin.

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku guleyên plastîk li çavên Persa Sehat a 23 salî, Nêçîrvan Marufî yê 18 salî û Kiyan Direxşan ketine û ew niha tên dermankirin.

Di dewamê de hat gotin, 14 kesên doh di çalakiyên Seqizê de birîndar bûyîne, rakirine Nexweşxaneya Şafayê û tevî birîndariya xwe jî rastî tacîzên hêzên ewlekariyê hatine û ew xistine ber lêpirsînê. Her wiha hat ragihandin ku zext li nexweşxaneyan tê kirin da ku agahiyan li ser hejmara birîndaran û rewşa wan a tendurisiyê parve nekin. 

Li gorî raporên nexweşxaneyê ku Hengawê bi dest xistine, di çalakiyên doh ên li Sine de 3 kes bi çeka çifte ya polêsan birîndar bûne û yek jê 14 salî 2 keçên ciwan jî bi copan hatine birîndarkirin. Li gorî agahiyên Hengawê; li Sanandajê hêzên dewleta Îranê heta niha 8 kes girtine. Ji girtiyan navên çend kesan jî hatiye zanîn: “Ariyan Mecîdzadeh (17), Mîdîa Rahîmî (17), Ehwan Hûşmend, Kamyar Heydarî û Behrem Dîdar.”

Di heman demê de Hengawê da zanîn ku hêzên ewlekariyê li bajarên Sine û Seqizê bi telefonê li gelek aktîvîstên Kurd gefan dixwe ku ew ê wan bigire. Hengawe dibêje, rejîm ji van kesan re dibêje, “tev li çalakiyan nebin û li ser medyaya civakî jî derheqê greva giştî ya ji bo mirina Amînî ya li ostanê Kurdistanê parve nekin”. 

Partiyên Kurdan ji bo greva giştî bang kiribû

Jina ciwan a kurd Jîna Mehsa Amînî li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, polêsên hîcabê yên rejîmê lê xistin û ew qetil kirin. Bi şehîdbûna Amînî re li Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û ev çalakî hêj dewam dikin. 

Partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bi mebesta protestokirina qetilkirina Jîna Mehsa Amînî bang kiribû da ku di 19’ê Îlonê (doh) de greva giştî bê destpêkirin. 

Sererastkirin

Di nûçeya me ya doh de hatibû gotin, Kiyan Direxşan di êrişa Yekşemê ya hêzên Îranê de şehîd bûye. Niha hat zanîn ku ew bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin. Ji ber vê şaşiyê, em ji xwendevanên xwe tika dikin ku li me negirin.

Keçên Rojê yên Apoyî wê tola Jîna hilînin

Keçên Rojê yên Apoyî bi daxuyaniyekê bal birin ser qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Amînî û got, “Em ê tola Jîna Amînî hilînin.”

Keçên Rojê yên Apoyî li paytexta Îranê Tehranê daxuyaniyeke bi sernivîsa ‘Jin Jiyan Azadî’ li ser qetilkirina Jîna Amînî parve kir.

Di daxuyaniyê de wan got, “Em wek Keçên Rojê yên Apoyî ku di nava pêşengên têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Rojhilata Navîn de cih digirin, sersaxiyê li gelê Kurdistanê û malbata keça Kurd Jîna Amînî re dixwazin. Ji niha û pê ve, yek ji van nokerên ku tevlî ferzkirina siyasetên li ser keçên Kurd û Îranê bûyîne, wê nekaribe ji çalakiyên me yên li Tehranê xwe biparêze.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de Keçên Rojê qetilkirina keça Kurd Jîna Amînî û keçên din ên nîştîman, zext û zordariyên li ser jinên Kurd û Îranê wê neyên efûkirin. Wan herî dawî got, “Jin pêşengên şoreşa nû ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn in ku ji şervanên Kobanê hînî berxwedan û parastinê bûne. Wê di cil û bedenekî nû de jiyan û azadiyê ji nû ve biafirînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.