Li herêma bajarê Bane kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate kuştin.

Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan dewam dikin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, şeva din li seytereya Hengejan ya ser bi bajarê Bane ya ser bi Sine, hêzên rejîma Îranê êrişî komeke kolber kirine.

Li gorî agahiyan di encama êrişa hêzên rejîmê de, kolberê bi navê Cebar Arif ê 21 salî jiyana xwe ji dest daye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ