Îranê bêhtirî 60 Kurdî girtin

Duşem 25 Çile 2021 - 16:26

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di çarçoveya operasyona kirina nezaretê ya xwendekar, çalakger û welatiyan de, li Rojhilatê Kurdistanê 2 kesên din jî kirine nezaretê.

Ji 8’ê Çileyê 2021’an ve rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî çalakvan, xwendekar û welatiyên Kurd dest bi pêla kirin nezaretê kiriye. Tê gotin heta niha zêdetirî 64 kes hatine girtin.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê di nava du rojên bihurî de 2 welatiyên din ên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Komeleyê ragihand ku hêzên rejîmê welatiyê bi navê Sîrwan Emînî li Sine di 23 Çile de, welatiyê bi navê Babek Babayî (30 salî) li Seqizê kirine nezaretê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.