Rejîma Îranê 5 roj in ava Zê ya Biçûk girtiye û ev jî raste rast bandorek nerênî li ser ava vexwarinê ya niştecihên bajarokê Pişder û Qeladizê dike.

Derbarê mijarê de cotkara jin a bi navê Şoxan Ebas axivî û got; “Zêdetirî 5 roj in av hatiye qutkirin, ji ber girtina avê zirarek mezin digihe hemû Qeladiz û Pişderê. Dema av tê girtin, hewzên masiyan jî zuha dibin û di warê çandiniyê de jî zirar digîhê me. Bang li Hikumeta Herêmê dikin ku ji bo çareseriyê pêngavan bi avêje.

Rêveberê Projeya Ava Xas Endazyar Marif Ehmed derbarê girtina avê de dibêje; “Av ji aliyê Îranê ve hatiye girtin, niha ti avek ji Rojhilatê Kurdistanê ve nayê. Ya ku heye ava kaniyên Başûrê Kurdistanê ye. Girtina avê ji bo hemû herêmê pirsgirêkeke mezin e. Girtina avê bandora xwe li ser çandinî, masî, jîngeha herêmê û gelek aliyên din dike. Em dikarin bêjin niha Zêya Biçûk ber bi hişkbûnê ve diçe.”

ROJNEWS/QELADIZÊ